Li Şaxê piştî qedexekirina deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin 2024-09-25 08:33:17 WAN - Li çoltera navçeya Şaxê li "herêma ewlehiya taybet" operasyona leşkerî hat destpêkirin.  Walîtiya Wanê daxuyand ku gelek deverên navçeya Şaxê ya Wanê wek "herêma ewlehiya taybet a demkî" hatiye ragihandin. Hat zanîn ku wê ev deverên wek "herêma ewlehiya taybet" hatine ragihandin dê heta 9'ê cotmehê ji çûnehatê re qedexekirî bin. Hat zanîn ku piştî qedexekirina çûna û derketina ji van deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin.