ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-25 09:00:22   * ARSÎSA’yê amadekariyên xwe yên ji bo serdema nû bi dawî kirin û dest bi wergirtina şagirtan kir. Perwerdekarê ARSÎSA’yê Şevket Acar, diyar kir ku ji asta destpêkê heta ya mamsotetiyê qûrsên wan hene û ji bo parastina kurdî banga tevlibûna waneyan kir.   * Nêzî 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin nayên girtin. Di vê pêvajoyê de 600 serlêdanên ku hatin kirin bê encam man.   * Ji 16 gilîkirinên ku Baroya Rihayê di 21 mehan de li dijî pêkanînên nijadperestî, zimanê nefretê û îşkenceyê serî li Serdozgeriya Komarê dabû, tenê yek jê esas hatiye girtin.    * Hevberdevkê Herêma 2'yemîn a Stenbolê yê DEM Partiyê Samet Ayaz diyar kir ku xebatên wan ên di çarçoveya mitînga 13'ê cotmehê de dewam dikin û ev bang kir: "Werin em li Amedê li dijî tecrîd, zext, xizanî û wêraniyê li hev bicivin."   * Endama Grup Yorumê Şura Başer diyar kir ku Rezzan Şengul û Vedat Dogan ên di greva birçîbûnê de ketine bin 38 kîloyan û wiha got: “Êdî bi zehmetî radibin û rûdinin. Divê daxwazên wan bên qebûlkirin.”    * Geşedanên der barê serdegirtina MED-DER'ê û binçavkirina rêveber û mamosteyên zimanê kurdî dê bê şopandin.    * Danişîna 8'emîn a doza Nîhat Kazanhan ê di sala 2015'an de ji aliyê polîsê tîmê taybet ve hat kuştin dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (15:00)    * Li Wanê bi pêşengiya DBP, ARSÎSA, TJA û DEM Partiyê ji bo şermezarkirina serdegirtina saziyên zimanê kurdî û binçavkirina mamosteyan li ber avahiya DEM Partiya Artemêtê daxuyanî bidin. (17.00)