Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin 2024-09-25 09:27:18 RIHA - Ji 16 serlêdanên sûc ên ku Baroya Rihayê di 21 mehan de li dijî pêkanînên nijadperestî, zimanê nefretê û îşkenceyê serî li Serdozgeriya Komarê dabû, tenê yek jê esas hat girtin.    Navenda Mafên Mirovan (ÎHM) a Kazim Ekîncî ya Baroya Rihayê, di navbera mijdara 2022'yan û tebaxa 2024’an de, bi piranî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi giştî ji ber bûyerên nijadperestî, zimanê nefretê û îşkenceyê 16 serlêdanên sûc kirin. Lê belê ji serlêdanan tenê yek jê esas hat girtin. Tevî ku der barê hin giliyan delîlên wekî vîdeo û wêneyan hebûn jî biryara neşopandinê hat dayîn. Ji xeynî vê nûçeyên der barê hin giliyan de jî hatin astengkirin.    TEVÎ DELÎLAN JÎ 'BIRYARA NEŞOPANDINÊ'   Seroka Navenda Mafên Mirovan Dîcle Aksû der barê mijarê de axivî û diyar kir ku giliyên sûc bi bêcezabûnê encam bûne û got: “Piraniya giliyên sûc têkildarî bûyerên herêmî ne. Çend ji wan bi zimanê nefretê ve girêdayî bûn ku bertekên mezin li ser hesabên medyaya civakî hebûn. Lêbelê, hin ji wan bi neşopandina dozê bi dawî bûn û hin jî bi derengî hatin xistin. Mînak di erdhejên 6’ê Sibatê de, me serlêdana sûc kir, ji ber îşkence û zimanê nefretê yên li dijî penaberan. Ev, bi neşopandinê bi dawî bû. Serlêdanên me yên sûc ên der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de jî bi neşopandinê re bi encam bûn. Serdozgeriya Komarê ya Aksarayê der barê koma alîgirên '68 Ergenekon' ku alîgirên Amedsporê hedef girtibû, lêpirsîn da destpêkirin û Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Aksarayê ceza li wan birî."    Aksû diyar kir ku piraniya serlêdanên der barê sûcê "îstismarkirina peywirê" de biryara "neşopandinê" hatine dayîn û wiha got: "Piraniya serlêdanên sûc ên ku me li dijî îşkence û muameleya xerab hatiye kirin vekiriye. Bi taybetî di dema erdhejê de hin welatiyên ku dihat îdiakirin ku Sûriyeyî ne, ji ber helwesta nerm a hêzên dewletê rastî îşkenceya gel hatin. Tevî ku wêneyên îşkenceyê bi eşkereyî li ser hesabên medyaya sanal hatin parvekirin jî, giliyên sûc ên ku me kirin, bi bêşopandinê bi dawî bûn."   Seroka Navenda Mafên Mirovan Dîcle Aksû   'PERGALEKE KU MEXDÛR SÛCDAR DIKE HEYE'   Aksû bal kişand ku li Tirkiyeyê pergala "sûcdarkirina mexdûran" heye û wiha got: "Bi taybetî ger kes xwediyê yek ji taybetmendiyên tirk-zilam û sunîtiyê be, sûcê dike esas nayê girtin û nayê darizandin. Ev yek jî bi xwe re bêhêviyekê diafirîne. Bi taybetî feraseta 'çi bikin jî wê kes tiştekî bi wan neke' tê afirandin. Lewma mirov dikare bêje ku kesên mexdûr hêviya xwe ji edaletê birîne."   'JI 10 KESN 8 KES BAWERIYÊ BI DARAZÊ NAYNE'   Aksû anîz ziman ku darizandin ji perspektîfa desthilatdariyê ber bi polîtîkayên bêcezakirinê ve diçin û got ku bi milyonan kes hêviya xwe ji edaletê birîne. Aksû bilêv kir ku ji 10 kesan 8 kes baweriya xwe bi pergala edaletê naynin û wiha dewam kir: “Em dibînin ku heta niha ji ber qetlîam û sûcan kesî ceza negirtine. Kesên vê dibînin, radibin sûcan dikin. Ev, ancax bi jinûve tesîskirina edaletê û bi helwesta rêxistinkirî ya mirovan dikare bê çareserkirin."    MA / Ceylan Şahînlî