Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê 2024-09-25 13:14:20   MÊRDÎN - Rojnamevan Ahmet Kanbal ji ber nûçeya belav kiribû, doz hatibû vekirin û der barê wî de biryara “neşopandinê” hatibû dayîn. Ji heman nûçeyê bi îdiaya “agahiya xapîner bi zelalî belav kiriye” der barê Kanbal de lêpirsînek nû hat destpêkirin.    Der barê nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) ê Mêrdînê Ahmet Kanbal de bi hinceta çêkirina nûçeyê û parvekirina li ser medya dîjîtal bi îdiaya “agahiya xapîner bi zelalî belav kiriye” lêpirsînek nû hat destpêkirin. Gelek nûçeyên Kanbal ku di navbera salên 2022’yan û 2023’yan de MA’yê weşandine û gelek parvekirinên wî yên li ser hesabê wî yê X (twitter) ji bo lêpirsînê wek hincet hatin nîşandan.    HEMAN NÛÇE HINCET HAT NÎŞANDAN    Her wiha nûçeyek ku berê der barê wê de biryara “neşopandinê” hat dayîn jî kirine hinceta lêpirsînê. Nûçeya endamê HPG’ê Mûsa Kahraman (Xebatkar Bagok) û xalê wî Lokman Gorgun ên li herêma Omeryan a Mêrdînê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabûn jî kirine hinceta lêpirsînê.    Berê ev nûçeya navborî kiribûn hincet û der barê Kanbal de bi îdiayên “endamê rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozgeriya Mêrdînê biryara “neşopandinê” dabû û paşê jî bi heman nûçeyê bi hinceta “agahiya xapîner bi zelalî belav kiriye” lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozgeriyê der barê lêpirsîna duyemîn de jî ku hatibû destpêkirin, biryara “neşopandinê” dabû.    Midûriyeta polîsan di çarçoveya lêpirsîna nû de gazî Kanbal kir ku biçe îfade bide. Kanbal ji bo îfadeyê çû emniyetê û diyar kir ku ew îfadeya xwe ya berê dubare dike û parvekirinên wî bi naveroka nûçeyan bûne. Kanbal da zanîn ku di nûçeyên wî de agahiyên xapîner tune ne û armanca xala “agahiya xapîner bi zelalî belav kiriye” astengkirina rojnamevaniyê û rojnamevan e û sînordarkirina çêkirina nûçeyan e.    Kanbal diyar kir ku rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanan ji bo betalkirina xala navborî serlêdanan kirine û dozgerî jî ji bo betalkirina xala navborî ku li dijî Destûra Bingehîn e serlêdanî cihê pêwîst bike. Kanbal destnîşan kir ku ew tawanbariyê ku hatine kirin qebûl nake.