Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin 2024-09-25 16:01:06   XARPÊT - Siyasetmedar Haci Abdullah Cav ê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da li Depê hat veşartin.    Siyasetmedarê kurd Hecî Abdullah Cav (72) ê li sirgûnê paytexta Fransayê Parîsê di 21’ê îlonê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Cav anîn gundê wî Îngîcê yê ser bi navçeya Depê ya Xarpêtê û li vir hat veşartin. Parlamenterên DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku û Summeye Boz, Hevşaredarên Depê Songul Duzgun û Cafer Ogûr û rêveberên DEM Partiyê û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.    Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz di merasîmê de axivî û bal kişand ser têkoşîn û berxwedana Abdullah Cav û ew ê têkoşîna cangorî û têkoşêrên Kurdistanê her tim berdewam bikin û ala têkoşîna wan ba bikin.    Ji bo Cav li Mala Şînê ya gun şîn hat danîn.    DER BARÊ ABDULLAH CAV DE    Abdullah Cav di sala 1952’yan de li gundê Koriman ê Çewlîgê tê dinê. Paşê jî diçin li navçeya Depê bicih dibin. Ew li wir yek ji pêşengên PKK’ê Mazlûm Dogan nas dike. Piştî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Depê civîn li dar dixe, Cav tev li têkoşîna azadiyê dibe. Ew ji ber zextên dewletê neçar dimîne ku sala 1978’an de biçe Almanyayê. Di sala 1979’an de vediger Kurdistanê û li Xarpêtê di sala 1980’î de tê binçavkirin û ew li girtîgehê du mehan dimîne.    Piştî kut ê berdan vê carê berê xwe dide Fransayê. 40 sal bûn li Parîsê dima û têkoşîna xwe ya azadiyê li wir didomand.