Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin 2024-09-26 11:50:57 AMED - Mamosteyên kurdî jî di nav de dema binçavkirinê ya 29 kesên hatibûn binçavkirinê hate dirêjkirin.  Polîsan di 24’ê îlonê de li Amedê bi ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Payîz Pirtûk û Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Ankayê de girtin. Bi awayekî hemwext polîsan bi ser malên mamosteyên kurdî de jî girtin. Serdegirtin, di çarçoveya lêpirsîneke di sala 2022’yan de hatibû destpêkirin hatin kirin û 30 kes hatin binçavkirin. Dozger, ji bo dosyayê biryara “nepeniyê” da.    Ji xebatkarên Payîz Pirtûkê Cîhat Guney duh piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan. Hat zanîn ku dema binçavkirinê ya binçavkiriyên din ji bo 24 saetan hate dirêjkirin.    NAVÊN KESÊN Dİ BİN ÇAVAN DE    Kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şûkran Yakut, Rifat Ronî, Ramazan Holat, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Rezan Aktulum, Bêrîtan Gurbet Orak, Bêrîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkisa Suleymanoglû Bîtkîn, Mehmet Salih Ongun, Îlyas Gun, Hebûn Yagmûr, Mîne Karakaş, Ahmet Boltan, Rabîa Karayil, Îpek Oyur, Fatma Îgîn, Mûstafa Açmaz, Hasan Gurpinar, Şîlan Elmas Kan, Şehrîban Ayluçtarhan, Niştiman Gul, Cihat Çagrici, Yaşar Aslan, Hasan Îkvan, Mehmet Selîm Temel û endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz.”