DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin 2024-09-26 12:23:01   AMED - DEM Partiyê têkildarî qetilkirina Narîn Guranê, li Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê kesên nahêlin lêpirsîneke baş were kirin û rastî bên tespîtkirin, gilî kir. DEM Partiyê xwest ku têkiliya di navbera Parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglû û Salîm Guran were tespîtkirin.    Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê têkildarî Narîn Guran a 8 salî ku li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hatibû qetilkirin, li Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê kesên nahêlin lêpirsîneke baş were kirin û rastî bên tespîtkirin, gilî kir.    HEWLDANÊN TUNEKIRINA DELÎLAN   Piştî gilî hate kirin, li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayin. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevsa Çelîk Ozbîngol bi bîr xist ku dema xebatên ji bo dîtina Narînê didomiyan, di çarçoveya dosyayê de biryarên “Nepenî” û “qedexeya weşanê” hatine dayin. Ozbîngol, diyar kir ku agahî û belgeyên tenê di destê emniyet û dozgeriyê de bi medyayên alîgir re hatine parvekirin û wiha got: “Narîn, bi hêzeke rêxistinkirî hate qetilkirin. Hewl didin cînayetê bêfaîl bihêlin. Gumanên me hene ku têkildarî qetilkirina Narînê lêpirsîneke baş nehatiye kirin.” Ozbîngol, bal kişand ser gotinên Parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglû ku digot “Carnan hinek tiştan dizanî lê nikarî biaxivî” û ev tişt anî ziman: “Van daxuyaniyan, bandor û zext li ser daraz û cendirmeyan çêkir. Di dosyayê de hewldaneke mezin a ji bo tunekirina delîlan heye.”    DAXWAZÊN JI DOZGERIYÊ RE HATINE ŞANDIN   Ozbîngol, da zanîn ku weke Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê mudaxilî lêpirsîna Narînê bûne û ev daxwaz ji dozgeriyê kirine:    “* Divê delîlên di çarçoveya lêpirsîna cînayeta Narîn Guranê de bêyî ku bi demê re bên vehêlandin, tavilê bên tespîtkirin û komkirin.    * Divê were tespîtkirin bê ka girtekên îfadeyan kê bi medyayê re parve kirine.    * Em dixwazin endamên hêzên ewlekariyê yên nahêlin lêpirsîneke bibandor were kirin tavilê bên tespîtkirin.    * Divê qeydên HTS’ê û têkiliyên Parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglû yên bi tawanbarê cînayetê Salîm Guran re bên tespîtkirin.    * Di encama lêpirsînê de; divê kesên peywira xwe xerab bi kar anîn, delîlên di dosyayê de tune kirin, sûcê mudaxilekirina darizandina edlî kirin û kesên nehiştin dozgerî rastiya şênber derxîne holê bên tespîtkirin û lêpirsîneke bibandor were destpêkirin, gumanbar bên tespîtkirin, derheqê wan de lêpirsîneke bibandor were destpêkirin, bên cezakirin û îdianame bê amadekirin.    * Di dema tespîtkirina gumanbaran de dibe ku ev gumanbar birevin lewma em dixwazin di çarçoveya CMK’ê de ev kes tavilê bên girtin û tevdîrên kontrola edlî li dijî wan bikevin meriyetê.”    Ozbîngol, got ku dê israra wan a ji bo dîtina faîlan bidome û got ku dê daxwaza wan a ji bo dîtina faîlê cînayeta Narînê bidome.