Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin 2024-09-26 14:06:49   STENBOL - Daxwaza malbata Munevver Karabulut a ji bo vekirina gora Cem Garîpoglû hate qebûlkirin.    Xwendera dibistana amadehî Munevver Karabulut di 3’yê adara 2009’an de ji hêla Cem Garîpoglû ve hatibû qetilkirin. Parêzerê malbata Karabulut, Rezan Epozdemîr da zanîn ku dê gora faîl Cem Garîpoglû ku tê gotin li girtîgehê miriye, were vekirin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber qetilkirina Munevver Karabulut, 24 sal cezayê hefsê li Cem Garîpoglû hatibû birîn. Dema Garîpoglû li Girtîgeha Sîlîvriyê di hucreya yekkesî de dihat ragirtin, hatibû îdiakirin ku întîhar kiriye. Lê belê malbata Munevver Karabulut gelek caran îdia kir ku kesê mirî Cem Garîpoglû nîne.