Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin 2024-09-26 16:08:56   DÎLOK - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya hevdîtinên “Nan û edaletê” de li Dîlokê axivî û got: “Îktîdar, ji bo komeke biçûk bi milyonan birçî dihêle.”    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re di çarçoveya hevdîtinên “Nan û edaletê” de çûn serdana Dîlokê. Şande, bi çapemeniya herêmî û neteweyî re civiya. Hatîmogûllari di hevdîtinê de got ku li her derê daxwaza nan û edaletê heye û ev tişt anî ziman: “Mirov çiqas qala krîza aborî bike jî kêm dimîne. Xelk, li pêşiya kompleksan nanê şevî û zebzeyên rizî dibe mala xwe. Îktîdarê cotkarî, çandinî tune kir. Mirov terkî birçîtî û hejariyê kir.”    ‘CIWANAN HÊVIYA XWE GIRÊDAYÎ EWROPAYÊ KIRINE’    Hatîmogûllari, wiha domand: “Di van salên dawî de welêt ewqas xerab birêve dibin ku ciwanan hêviya xwe girêdayî Ewropayê kirine. Ji ber bêkarî, xizanî û bêpeşerojiyê diçin. Dê Tirkiye çendek sal piştre pirsgirêka hêza kedê bijî. Azadiya ciwanan binpê kirine û hêviya wan nemaye. Îktîdara AKP’ê di modêla xwe ya nû de azadiya ciwan û jinan bisînor dike, li ser wan zextekî giran a civakî dike.”    POLÎTÎKAYÊN WAN TU HÊVÎ BO CIWANAN NEHIŞTIYE    Hatîmogûllari, polîtîkayên îktîdarê yên perwerdeyê jî rexne kir û wiha got: “Weke mînak MESEM anîn. Karkeriya zarokan rewa kirin. Keda wan zarokên biçûk dixwin. Bi ÇEDES û projeya maarîfê re ji zanistê dûr ketin û perwerdeyeke olperest pêş xistin. Em van guhertinên di mufredatê de teqez qebûl nakin. Yek ji tişta hêviya ciwanan tune dike jî ev e.”    Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar û ev tişt anî ziman: “Bi sala ye li qadan e lê ji bo wê edalet tune ye. Li hêla din li dijî zimanê kurdî zext zêde bûne û tê dîtin bê ka bêedaletî û sînorkirina azadiyan çiqas zêde bûye.”    ÇÛ SERDANA KARKERAN   Piştre jî şande çû serdana Şaxa Sendîkaya Karkerên Wesayîtên Veguhestinê ya Tirkiyeyê (TUMTÎS) a girêdayî Turk-Îş’ê ya li Sîteya Toptancilar a Dîlokê. Hatîmogûllari di serdanê de wiha got: “Îktîdar, ji bo komeke biçûk qezenc bike, bi milyonan kesan birçî dihêle. Di bêedaletiya bacê de Tirkiye di rêzên yekemîn de cih digire. Îktîdara ku ji mûçeyên hilberînerên biçûk, cotkar û karkeran bacê distîne, niha li pey bexşîşan jî ketiye. Mixabin rewş gelek xerab e. Em li her devera Tirkiyeyê geriyan û me dît ku kesên bi şev û roj dixebitin terkî birçîtiyê kirine. Xelk dibêje ‘êdî bes e.’  Heke hûn li pereyê neqeydkirî bigerin, wê demê herin cem malbata Polat a ku we serbest berdayî. Herin cem wan ên bacê nadin û yên li derveyî welat ji xwe re serwet çêkirin.”   FIROŞKARÊN FISTIQAN BANG LI DEM PARTIYÊ KIRIN    Şande piştre jî çû Taxa Çînçînê. Hatîmogûllari li vir bi firoşkarên fistiqan re hate gel hev û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. Cotkarekî got: “Pêdiviya me bi muxalefeteke xurt heye.” Cotkarekê din jî got: “Tekane hêviya me ew e ku rojekê rojên xweş bên. Bendewariyên me yên ji we pir in.”    Şande herî dawî jî derbasî navenda bajar bû.