Îfadeya perwerdekarên kurdî yên di binçavan de dest pê kir 2024-09-26 18:26:05   AMED – Kar û barên îfadegirtina kesên di operasyona li hemberî saziyên kurdî de hatin binçavkirin, dest pê kir.    Li Amedê polîsan di 24'ê Îlonê de bi ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê yên Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Kooperatîfa Perwerdehiyê ya Ziman û Hunerê ya Ankayê de girt. Kesên di serdegirtinan de hatin binçavkirin, kar û barê îfadegirtina wan dest pê kir. Kar û barê îfadeya 29 kesên li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê tên girtin, piştî nîvro dest pê kir.    Di çarçoveya lêpirsînê de ligel beyanên şahidê veşarî û îtirafkar Umît Akbiyik de, pirsên wekî di navbera saziyan de têkiliyek heye yan na hatin pirsîn. Her wiha pirsa xebatên MED-DER û Ankayê û mamosteyên li wir bi dilxwazî dixebitin an na hat kirin. Kar û barên îfadeyê yên li Midûriyeta Polîsan didome. Tê payin ku îro kar û barên îgfadeyê bi dawî bibe û kesên hatine binçavkirin jî sibê sewqî edliyeyê bên kirin.