ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-27 09:00:39   * Rojnamevan Hawre Karwan diyar kir ku hilbijartina ku li başurê Kurdistanê bên lidarxistin wê ne weke hilbijartinên berê bin û got: “PDK ketiye nava tirsa windakirinê. Ji ber vê yekê PDK dixwaze hilbijartin bê lipaşxistin.”    * Parêzer Fûnda Bûyrûk diyar kir ku di sala dawî de 2 caran êrişên li avahiya DEM Partiya Edeneyê bûne, lê berpirs nehatine darizandin û got: "Gava mesele DEM Partî be, hiqûq nayê xebitandin."    * Pispora înformatîkê Fusun Sarp Nebîl teqandina amûrên bangawaziyê yên ji aliyê Îsraîlê ve li Lubnanê tên kirin wekî êrişeke casûsiyê pênase kir û pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan jî anî ziman ku armanca sereke ya Îsraîlê ew e ku Îranê dizgîn bike.    * Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik diyar kir çaresernekirina meseleya kurd Tirkiyeyê kiriye welatekî mirov lê nikare bijî û ji bo mitînga ku dê di 13'ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin bang kir ku her kes beşdar bibê û dengê aştiyê bilind bike.    * Nazlican Guneş û Muzeyyen Baran li du bajarên cuda heman karî dikin û têkoşîna jiyanê didin. Guneşê jî Baranê jî ji bo jin ji hêla aboriyê ve berhewce nebin bang kirin.    * Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Ewlehiya Bilind a Dûmluyê tên ragirtin destnîşan kirin ku ew di bin tecrîdekî giran de tên ragirtin û diyar kirin ku serşok û daşir 24 saetan bi kamerayan ve tên temaşekirin.    * Malbat a Ozturk li Dîlokê dijî ji malbatê 2 kes girtî ne. Ji ber ku her girtiyek li bajarekî cuda tê ragirtin, bi sala ye malbat di navbera 3 bajaran de tê û diçe.    * Faîlên Ceylan Onkol a bi guleya hewanê ya ji qereqolê hate avêtin hate qetilkirin 15 sal in nehatin darizandin. Hevala Onkolê, Senîha Onkol wiha got: “Ji bo ku kujer dewlet e hat veşartin.”   * Walîtiya Edeneyê bi hinceta ku posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pirê ve daliqandine, 2 ciwan hedef nîşan dabû. Di lêpirsîna derheqê ciwanan de biryara neşopandinê hate dayin.    * Odeya Endezyarên Avahiyan a Amedê têkildarî avahiyên dîrokî yên li Amedê dê li Dêra Sûrp Gîragos sempozyûmê li dar bixe. (09.30-12.00)    * Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû têkildarî geşedanên di rojevê de dê li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Bi pêşengiya Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê bi armanca şermezarkirina serdegirtin sazî û mamosteyên zimanê kurdî dê li avahiya ARSÎSA'yê çalakiya rûniştinê bê lidarixstin. (11.00-16.00)   * Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dê li Qada Bajêr (Kent Meydani) ji bo gel konser li dar bixe. (19.00)