Li Amedê berteka binçavkirinan: Em ê bi bêhtir axaftina kurdî ve bibin bersiv 2024-09-27 10:30:28   AMED - Nivîskar Adil Ercan destnîşan kir ku êrişên li dijî saziyên zimanê kurdî ji polîtîkayên asîmîlasyonê cuda nîn in û wiha got: “Em ê bi bêhtir axaftina kurdî ve bibin bersiv.”   Di 24’ê îlonê de, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de polîsan bi ser Komeleya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Payîz Pirtûk û Kooperatîfa Perwerdeyê ya Ziman û Hunerê ya Ankayê û gelek malan girtin û 28 kes binçav kirin. Tê payîn ku kesên li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin, dê îro sewqî edliyeyê werin kirin.    Piştî operasyonê rêveberê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) Bekîr Toprak û nivîskar Adîl Ercan ên serdana piştevaniyê ya MED-DER’ê kirine, serdagirtin û binçavkirinan wek “perçeyekî polîtîkayên asîmîlasyonê” nirxandin.    ‘EM BI KURDÎ HATIN VÊ ROJÊ’   Edîl Ercan diyar kir ku êrişên li dijî saziyên ziman; êrişên li dijî nasname û miroavahiyê ne û wiha axivî: “Wekî her civakê, zimanekî kurdan jî heye. Civaka ku zimanê wê tune dibe, ew bi xwe jî tune dibe. Dema em bala xwe didin êrişên di sedsala 21’emîn de, ev êriş şerma mezin a dewlet û mirovahiyê ye. Gelê kurd ev bi salan e ji ber zimanê xwe zilmê dibîne, tê girtin û kuştin. Em li ser van axan bi zimanê xwe ve hebûn û em heya roja me ya îro hatin. Em ê bi zimanê xwe ve li ser vê axê jiyana xwe bidomînin. Ma heke gelê kurd bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne, biaxive û stranan bistrîne dê ev yek zirarê bide kê? Tu dewlet wekî Tirkiyeyê bi awayekî dijminane êriş nake.”   ‘BILA BINÇAVKIRÎ WERIN BERDAN’   Ercan bi bîr xist ku bi mîlyonan kurd bacê didin dewlet û axaftina xwe wiha domand: “Kurd van saziyan bi têkoşîna xwe ava kirine. Bi êrişan dixwazin tirsê ava bikin da ku kurd nikaribin zimanê xwe biaxivin. Lê belê kurd dê bi bêhtir axaftina kurdî bersivê bidin van êrişan. Divê dewlet demildest van êrişan bi dawî bike û hevalên me berde.”    ‘POLÎTÎKAYÊN TUNEKIRINÊ’   Rêveberê Şaxa SES’a Amedê Bekîr Toprak da zanîn ku êrişên li dijî ziman, nêzîkatiyekî nijadperestî ye ev tişt gotin: “Ziman jî tê wateya çanda gel. Em di zimanê zikmakî de tenduristiyê diparêzin, ew êrişên xwe zêde dikin. Nexweş ji ber di zimanê xwe de nikarin xwe bigihînin mafê xwe yê tenduristiyê. Mînak nexweşek li Nexweşxaneya Dewleta ya Sêrtê tetkîkên xwe dan çêkirin û di dawiyê ji ber tirkî nedizanî, nehat dermankirin. Anku a rastî nexweşiyê jî dikin tirkî. Ev polîkayên tune hesibandin û tunekirinê ne.”