Mamosteyên zimanê kurdî sewqî edliyeyê hatin kirin 2024-09-27 10:56:57   AMED - Mamosteyên zimanê kurdî yên 4 roj in di binçavan de ne sewqî edliyeyê hatin kirin.    Li Amedê roja 24’ê îlonê bi ser avahiya MED-DER’ê, Koopratîfa Anka û Payîz Pirtûkê de hat girtin. Di çarçoveya lêpirsîna li ser saziyan de 30 rêveberên saziyan û mamosteyên zimanê kurdî hatin binçavkirin. Xwediyê Payîz Pirtûkê Cîhat Guney roja 25’ê îlonê piştî îfadeyên li emniyetê hat berdan û Mustafa Açmaz jî piştî îfadeyên dozgeriyê hat berdan.    Karûbarên 28 mamosteyên kurdî li Midûriyeta Polîsan a Amedê bi dawî bûn. 6 kesên din jî li piştî îfadeyên emniyetê hatin berdan û 22 kesên din birin Edliyeya Amedê. Hat zanîn ku îtîrafkar Umît Akbiyik û şahidê veşarî giliyên mamosteyên kurdî kirine.    Navên kesên ku piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan ev in: Nazan Çelîk, Hebûn Yagmur, Hasan Îkvan, Şehriban Ayluçtarhan, Mehmet Selîm Temel û Niştiman Gul.   22 KES SEWQÎ EDLIYEYÊ HATIN KIRIN    Navên kesên di çarçoveya lêpirsînê de hê di binçavan de ne û sewqî edliyeyê hatin kirin jî ev in: Hevserokên MED-DER'ê Mehmet Remzî Azîzoglu û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Ramazan Holat, Dîlan Guvenç, Rezan Aktulum, Bêrîtan Gûrbet Orak, Berîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkîsa Bitkin, Mehmet Salih Ongun, Ilyas Gun, Mine Karakaş, Ahmet Boltan, Rabia Karayil, Îpek Oyur, Fatma Îgin, Hasan Gurpinar, Şîlan Elmas Kan, Cihat Çagrici, Yaşar Aslan, Hasan Ikvan û Endama Lijneya Rêvebiriya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz.