Îsraîlê 5 leşkerên Sûriyeyê kuştin 2024-09-27 13:11:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê bi bombebaranê 5 leşkerên hikûmeta Şamê kuştin.    Baregeha hikumeta Şamê ya li ser sînorê Sûriye-Lubnanê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hate bombebarankirin. Hate ragihandin ku di bombebaranê de 5 leşkerên hêzên Şamê hatine kuştin.   Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê ragihand ku artêşa Îsraîlê baregeha leşkerên wan ya li ser sînorê Sûriye-Lubnan a li nêzî devera Kifêr Yabûzê yê gundewarê Şamê bombebaran kir. Li gorî wezaretê, di encama bombebarana ku li girên Golanê hatiye kirin de, 5 leşkerên Şamê hatin kuştin û leşkerekî din birîndar bûye.