Bi hinceta ‘rojeva neyînî ava dike’ dest danîn ser nameya binpêkirinê 2024-09-27 14:57:12   ENQERE - Girtî Masûr Zan têkildarî binpêkirinên li girtîgehê nameya binpêkirinê nivîsand. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta “Li dijî girtîgehê rojevekî neyînî ava dike” dest danî ser nameyê.    Îdareya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê, nameya ku Mansur Zan derbarê binpêkirinên girtîgehê nivîsandiye û ji Serokewekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî re şandiye desteser kir.   Îdareya girtîgehê bi hinceta “bifikar e” dest danî ser nameyê. Îdare di hinceta desteserkirinê de wiha got: “Dê bi bandorkirina parlamenter li Meclisê derbarê girtîgehê rojevekî neyînî ava bike.”   SEDEMA DESTESERKIRINA NAMEYÊ   Temellî astengkirina mafê ragihandinê yê Zan ji Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç pirsî. Temellî di pêşnûmepirsa daye de bal kişand ser sedema “bifikar” û wiha got: “Diyar kirine ku tiştên şaş nivîsandiye, personelan tewanbar kiriye, saziyê avêtiyê talukeyê, parlamenter bandor dike û dê rojevekî neyînî ava bike û lewma dest danîne ser nameyê. Ji bo van gotinên girtî, nirxandina ‘bifikar” kirine: ‘Heke ez şert û mercên li vê girtîgehê ve bêjim bawer bikin kaxiz têrî nake. Herî hêsan li vê girtîgehê mirovan xistine nav darbestê û darberstê kirine nava gorê de. Di nava saetên mesaiyê de bi ser odeyên me digirin, dixwazin tirsê ava bikin. Jixwe 24 saetan îşkenceya derûnî heye. Midûrên saziyê gefê li me dixwin. Bi nîşannedana tavê gefê li me dixwin. Bi ser odeyên me digirin, me bi hevalên me ve, li pêşberî kamerayan kaş dikin û dixin li odeyên cudatir.”   EZ NIKARIN BINIVÎSIM, HÛN FÊM BIKIN...   Di pêşnûmepirsê de hat gotin ku Zan di nameya xwe de “Ez nikarin binivîsim, hûn gelek fêm bikin” gotiye û hat gotin ku girtî di odeyên yekkesî de tên ragirtin, 23 saetên bi tena serê xwe dimînin, mafên wan yên suhbet, werzîş û kargehan ji holê hatine rakirin.    Di pêşnûmepirsê de ev tişt hatin pirsîn:   “*Ma desteserkirina girtîgehê ya nameya Mansûr Zan a ji min re şandiye,ne mudaxileya mafê xwe îfadekirin û ramanê ye?    * Gelo dê derbarê astengkirina mafên ragihandinê yên girtiyan, sepanên keyfî yên azadiya fikr û ramanê asteng dikin de dê lêpirsînek were destpêkirin?    * Girtî bipêkirinên li girtîgehê, muamileya xirab bi riya name û faxê ji parlamenteran re dişînin. Ma qay ev desteserkirina bi hinceta “dê rojeva neyînî ava bike” hiqûqî ye?   * Golo hûn ê derbarê gotina Mensûr Zan a “Ez nikarin binivîsim, hûn gelek fêm bikin” dê tu hewldanên we yên lêkolînkirina mafan çêbibin?    * Mensûr Zan û hinek hevalên wî yên tevî ku bi demkî tên ragirtin, di qawişên yekkesî de tên girtin û roje tenê saetekê wan derdixin hewadariyê. Gelo sedema vê yekê çi ye? Gelo çima mafê suhbet, werzîş û kargehê li girtiyan nadin bikaranîn?”