Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke 2024-09-28 09:56:55   RIHA - Derûnnas Salîh Tekînalp anî ziman ku her roj cînayeteke Narîn Guranê pêk tê û got: “Yê ku Narîn kuştî ye ne keseke, feraseteke. Divê em pêşiyê li rizîbûna exlaqî bigirin.”   Narîn Guran a 8 salî roja 21’ê tebaxê li gundê Çûlî yê girêdayî navçeya Rezan a Amedê hat windakirin. Piştî 19 rojan di 8’ê îlonê de cenazeyê wê li çemê binê gund ku 2 kîlometreyan jê dûre hat dîtin. Lêpirsîna têkildarî cînayeta Guranê berdewam dike. Medyaya sereke “cînayet” bi zimanekî magazînî veguherand amûra reytîngê. Tevî ku 39 roj bi ser bûyerê re derbas bûne jî hêj kujer nehatine dîtin. Awayê ku di çapemeniyê de tê dîtin, psîkolojiya civakî jî ronî dike.    Derûnnas Salîh Tekînalp ê tiştên qewimîn weke “rizîna exlaqî û polîtîk” nirxand, diyar kir ku ji bo rizîbûna exlaqî û polîtîk teşîr bikin divê li geşedanên dîrokî bê nêrîn û wiha got: “Têgîna exlaqê têgîneke ku civakan di çarçoveya pêdiviyên xwe de teşe dayînê ye. Dema pêdiviyên civaka feodal cuda dibin, pêdiviyên civaka kapîtalîst jî cuda ne. Bi guherîna van re rêgezên exlaqê tên guhertin. Tevnegerîna li gorî vê rizîne. Nirxên ji bo kurdan berê heyî bi demê re binketin. Hin rewşên berê weke bêexlaqî dihatin nirxandin di roja me de tên normalîzekirin. Têgîna exlaqê herkes li gorî xwe şirove dike. Ji aliyê zanîstên civakî ve exlaq ne guherbar e, divê girêdar be. Dizîna min a mal, azadî û mafê kar a yekî din mînaka bêexlaqî ya li gorî kapîtalîzmê ye.”   ‘CIVAKÎBÛN JI CIVAKA XWEZAYÎ HATIYE DIZÎN’    Derûnnas Salîh Tekînalp   Tekînalp, destnîşan kir ku pergala kapîtalîst kesa ber bi xweparêzî û egoîstiyê ve dibe û da zanîn ku pergala kapîtalîst ji civaka xwezayî hatiye dizîn. Tekînalp, destnîşan kir ku alternatîfa pergala kapîtalîst di veguherîna civaka xwezayî de ye û wiha berdewam kir: “Di civaka xwezayî de mirov ji bo pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin di nava piştevaniyê de bûn. Pevçûn çêbiban jî rêgezên exlaqê nedihatin binpêkirin. Lê di pergala kapîtalîst de ev yek nîne. Dewletên kapîtalîst ên dagirker ev exlaq û hiqûq ji holê rakirin.”    ‘TIŞTA KU EM ANÎNE VIR ÇIYE?’    Tekînalp, bi lêv kir ku her roj cînayeteke weke Narîn Guranê çêdibe û ev tişt got: “Ji ber ku cînayeta Narîn Guranê bû rojev me ferq kir. Dibe ku em ne di ferqê de bin û silavê didin kujeran. Ev noxteya bêexlaqiya hatiyê nîşan dide. Kesekê Narîn nekuşt, ferasetekê Narîn kuşt. Dibe ku gelek kes bi gotina ‘eman bila kes nebihîse, bila têkiliyên me yên siyasî û olî nekevin rîskê’ bêdeng bûn. Lê li vir nezanînek nîne. Kesên delîl ji holê rakirin, bêdeng bûn di nava vê bêexlaqiyê de ne. Hinekan dibe ku desthilata xwe ya mîkrob fikirî bin. Ev tişteke bêexlaqî ye. Ev encama rizîbûna exlaqî û polîtîk e. Heke rizîbûneke wiha nebûya, kesên didîtin, dibihîstin bêdeng nedibûn dibe ku cînayeteke wiha jî nebûya. Ev meseleyeke civakî ye. Ya ku em anîn vir çi ye? Divê herkes vê ji xwe bipirse. Motîfên me yên olî û kevneşopî yên em anîn vê derê, rê li ber vê bêexlaqiyê vekir. Bi gotinên ‘Bila marê dest nede min hezar salan bijî’, ‘Herkes ji xwe berpirsyar e’ û ‘Gunehên min ên min in, ên te yên te ne’ mirov xweparêz û bêhestiyar bûne. Ev ketiye binhişê me. Ev feraseta hesan mirovan dike aliyê bêexlaqiyê.”   ‘DIVÊ EM EXLAQÊ CIVAKÎ BIKIN’    Tekînalp, bi lêv kir ku alternatîfa rizîna pêk tê ji civakîbûnê re derbas dibe û axaftina xwe wiha domand: “Pêdivîya me bi perwerdeyekê heye. Ev perwerde ne mufredata fermî ye ku li ser me tê ferzkirin. Heke mirov ji bo ku dersa çanda olî û exlaqê digirin biexlaq bûna evqasî bêexlaqî nedibû. Divê em exlaqê ji dewlet û olê cuda bigirin dest. Divê em nava exlaqê civakî dagirin. Exlaqa civakî tê wateya ‘Tişta ku ez naxwazim li min bê kirin divê ez jî li kesekî din nekim’, ‘Heke tişteke li gorî berjewendiya min, berovajî berjewendiya civakê be, divê ez li ser bifikirim’. Kes nikare ji bo berjewendiyên xwe tevbigere. Divê em exlaqê civakî bikin. Her kes tenê ne ji xwe berpirsyar e. Divê em exlaqê civakî derxînin holê. Em ji xwezaya civakî derketine. Em entegreyi civaka kapîtalîst jî nebûn. Ev navber mayîn rizîna exlaqî jî bi xwe re anî. Di civaka xwezayî de kuştina zarokan nebû, dîtin û bêdengbûyîn jî nebû. Em di pêvajoyeke bêrehm de derbas dibin. Em jî bi şêweyê herî tarî yê kapîtalîzmê dijîn, ku têra xwe hov e. Feraseta 'Ez ê ji bo berjewendiyê her tiştî bikim' Narîn qetil kir. Ne tenê cînayeta Narînê her roj cînayetên weke wê diqewimin. Gelek bûyerên ku ez weke psîkolog bûme şahid malbat ji bo ku bûyer neyê bihîstin vedişêrin. Dema ya tê qetilkirin tecawizkirin jin be, hewldana veşartinê rewşa parastina zilamê ku faîl e zêdetir çêdibin.”   Tekînalp ê got ku “Tiştê ku winda li cihê ku windabûye lê tê gerîn” û destnîşan kir ku li dijî rizînê çavkaniyeke bêsînor heye. Tekînalp, da zanîn ku ji bo avakirina exlaqa civakî gelek bedel hatin dayîn û wiha berdewam kir: “Em xwedî girseyeke mezin a nivîskar, civaknas û zanyaran in ku me ji bîreke tarî derdixînin nava ronahiyê. Hêj jî pêşengên me yên rê nîşanî me didin hene. Têkildarî berhemên wan mirovan dikare zêdetir aktîvîte bên kirin. Bi destê rêveberiyên herêmî dikare konferans, semîner û komxebat bên kirin. Gelek mînakên van hene. Tenê zanîna heqîqetê ya girseyekê me xelas nake. Divê heqîqet li civakê were belavkirin. Divê em wekheviya firsendê destnîşan bikin. Gelek mirovên ku ev mijar deşifre kirine hene. Em dikarin bi guhdarkirina wan çaxî biguherînin. Heke em bixwînin bi hezaran nivîskarên me yên xwedî tecrube ku têra civakê bikin hene. Divê ne berjewendîparêz, em civakî bifikirin. Ev dê saya xwendinên me bibin. Heke em vê bikin, em dikarin pêşî li rizîbûna exlaqî bigirin. Heke em vê nekin, wê cînayeta Narîn mixabin ne ya dawî be. Di kodên me yên civakî da ye ku zirarê negihînin darê. Divê em exlaqê dewlemend bikin.”   MA / Emrûllah Acar