Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome 2024-09-28 10:33:03   AMED - Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan Ahmet Boltan û Fatma Îgîn destnîşan kirin ku tevî zext û zilmê jî ew ê xebatên xwe yên ziman bi biryarî bidomînin.    Li Amedê roja 24’ê îlonê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê da destpêkirin de bi ser avahiyên saziyên ziman de hatibûn girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de rêveber û mamosteyên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê û Kooperatîfa Perwerdehiya Ziman û Hunerê ya Ankayê ya ku kargehên perwerdehiya pirrzimanî û hunerê li dar dixe, hatibûn binçavkirin. Di serdegirtinên malan de 30 rêveber û mamosteyên saziyên zimanê kurdî hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê û dozgeriyê û dadgeriyê 29 kes hatin berdan. Di çarçoveya lêpirsînê de Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.    Rêveberê MED-DER’ê Ahmet Boltan û xebatkara MED-DER’ê Fatma Îgîn ên ku piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan qala zextên li ser xwe kirin.    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA ZIMAN BIDOMÎNIN’    Ahmet Boltan diyar kir ku polîsan di binçavan de sîxuriyê lê ferz kirine û polîsan jê re gotiye, “Werin çaya me vexwein. Em sohbete bikin. Werin em bi hev re bixebitin.” Boltan da zanîn ku di îfadeyên dozgeriyê de pirsên jê hatine kirin xebatên MED-DER’ê hatine krîmînalîzekirin û got: “Pirsên ku MED-DER’ê ji derve fermanê wergirtiye hatin kirin. Mîna ku MED-DER ne saziyek qanûnî û bi serê xwe be pirsan li ser wê kirin.”    Boltan destnîşan kir ku armanca operasyona hat kirin li dijî zimanê kurdî û tevahiya gelê kurd e û got: “Sedema vê operasyonê bêtehamuliya dewleta tirk a li ser kurdan û zimanê kurdan e. Em ê hin bêtir têkoşîna zimanê xwe bidomînin û berfireh bikin. Çiqas êrişî me bikin jî lê em ê xebatên xwe bidomînin û li her deverê belav bikin. Em di xebatên zimanê kurdî de bi biryar in.”    ‘XEBATÊN ME WÊ BI BIRYARÎ BIDOMIN’    Xebatkara MED-DER’ê Fatma Îgîn a ku 4 rojan di binçavan de ma jî anî ziman ku li emniyetê û dozgeriyê pirsên der barê xebatên MED-DER’ê de jê hatine kirin. Îgîn da zanîn ku dozgeriyê û polîsan pirsên wek, “Li wir xebatên bi çi rengî hene?” jê kirine û her kesê hatibû binçavkirin gotin ku ew xebatên ziman dikin. Îgîn destnîşan kir ku bi van pirsên balkêş xwestine xebat û armanca MED-DER’ê berovajî bikin û got: “Me parastina xwe jî bi zimanê xwe yê zikmakî kir. Bi vê êrişê xwestin me bitirsînin. Lê em ê qet ji van zext û êrişan netirsin. Dixwazin ku em xwedî li saziya xwe û zimanê xwe dernekevin. Em dibêjin ku kurdî di nav 7 hezar ziman de zimanê 8’emîn ê dewlemend e. Xebat û têkoşîna me heta îro çawa dewam kirine, wê ji niha şûn ve jî bi heman rengî û biryarê bidomin.”    MA / Rûkiye Adiguzel