Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin 2024-09-29 09:33:17   WAN - Sewalkarên Wanê diyar kirin ku ji ber zêdebûna lêçûnan di rewşeke xerab de ne û gotin: “Em bifiroşin jî xwedî jî bikin her zirarê dikin.”    Sewalkarên Wanê ji ber bihabûna gûbre, êm û kayê di rewşeke nebaş de ne. Bihayê lêçûnên wan zêde dibin û bihayê sewalan jî mîna xwe dimîne lewma sewalkar di firotina sewalên xwe de zehmetiyan dikêşin. Sewalkaran bal kişandin ser demsala zivistanê û gotin: “Em bifiroşin jî nefiroşin jî her di zirarê de ne.”    'EM ZIRARÊ DIKIN’   Sewalkar Nîzam Coşkun diyar kir ku piyasa nebaş e û bihayê her tiştên ew dikirin zêde bûye. Coşkun, ev tişt anî ziman: “Tu qîmetê pereyê tirk nemaye. . Heke wiha biçe em ê dev ji sewalkariyê berdin. Penîr û şîrî ji me erzan dikirin lê li marketan biha difiroşin. Du meh berê min golikek bi 120 hezar TL’an firot. Lê niha bi 100 hezar TL’an jî naçe.”    Hanzade Aslan jî diyar kir ku tiştên ew dikirin pir biha bûne û wiha got: “Bihayê Giha û ka gelek biha bûye. Lewma heke em sewalan erzan bikirin jî ji ber ku bihayê lêçûnan zêde ye em dîsa zirar dikin. Sedema ewqas bihatiyê jî enflasyon e. Rêveber li keyfa xwe dinihêrin û em jî li van deran perîşe dijîn.”    'HETA KU ŞER HEBE DÊ KRÎZ BIDOME’    Nîzamettîn Kiziltaş jî anî ziman ku ew rojekê zirar dikin rojekê kar dikin û wiha pê de çû: “Bihayê êm, ceh û kayê gelek zêde ye. Bihayê goşt jî erzan e. Bi 300 TL’an ji me di kirin û li marketan bi 500-600 lîreyan difiroşin. Sewalkarî tune kirin. Sedema vê jî heywanên ji derve dikirin e. Bû 5 sal piyasaya sewalan ketiye. Êdî kesek nikare bikire. Sewalkar roj bi roj deyndar dibin. Ji ber ku bi deyn dikirin. Di tevahiya havînê de em ewqas kedê didin lê nikarin bifiroşin. Ma em ê wî deynî çawa bidin? Tenê çareseriyeke vê rewşê heye ew jî ew e ku ji derve sewalan neyînin. Heke ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê heta 2 salan nekarin sewalan peyda bikin.”    Hayrettîn Bak jî got ku sewalkar di zirarê de ne û ev tişt anî ziman: “Ji ber bihabûna lêçûnan li Tirkiyeyê sewalkarî tune dibe. Sedema wê jî pergal e. Divê ev pergal biguhere. Tu hêviya min ji îktîdarê nîne. Heta neguhere çareserî nabe.”    Azîz Başaran jî got: “Zivistaneke zehmet li pêşiya me ye. Zivistanên Serhedê dijwar derbas dibin. Bihayê her tiştekî hema hema du qetan zêde dibin. Sedema vê bihabûnê jî şer e. Heta şer hebe dê krîz jî bidome. Tekane rê heye ew jî bidawîkirina şer e.”    Salih Înce jî got ku sewalên bi 10 hezar TL’an kirî bi 11 hezar TL’an firotiye û ev yek wî dide zorê. Înce got ku ji ber mesrefan êdî nikare sewalkariyê bike.    'EZ BIFIROŞIM JÎ XWEDÎ JÎ BIKIM HER ZIRARÊ DIKIM’    Sewalkar Erdal Poyraz jî ev tişt anî ziman: “Ji bo sewalkaran pêvajoyeke dijwar dest pê kir. 2 meh berê goşt bi 350 TL’an ji me dihat kirîn û niha jî heman fiyet e. Lê bihayê êmê wê demê bi 500 TL’an bû û niha bi 700 TL’an e. Her tiştek biha bû lê goşt mîna xwe ma. Ev jî bandorê li hilberîneran dike. Yên jê qezenc dikin jî komîsyonvanên di navberê de ne. Cehê min bi 6 hezar TL’an firotî îro bi 10 hezar TL’an dikirim. Sedema van zeman tevan sotemenî ye. Di salên berê de me ji bo kirêya wesayîtekê 5-6 hezar TL dida lê niha 20 hezar TL’an didin. Daxuyanî dan qaşo ji Gabarê petrolê derketiye lê di heman rojê de zem kirin. Em naxwazin ji bo mazotê zem were kirin. Li pêşiya me zivistan heye û her tişt bihatir bû. Par ji bo 20 dewarên xwe me 150 hezar TL mesref kir lê ev fiyet dê derkeve 400 TL’an. Ez bifiroşim jî zirar dikim xweyî jî bikim her zirar dikim.”    Hîkmet Aslan jî got ku di mijara sewalkariyê de alîkarî ji wan re nayê kirin û wiha dom kir: “Jiyan li ser mazot û xurekê hatiye avakirin. Ev her du jî pir biha ne. Ji ber sewalên alîgirên îktîdarê ji derve tînin, piyasa xerab e. Di vê bihatiyê de kî heywanan xweyî bike zirar dike.”    'DIVÊ HIKÛMET BIGUHERE’   Fesîh Beyaztaş jî got: “Piyasa nebaş e û ya heyî jî bi deynan dibe. Bi mehan heywanan xweyî dikî lê bi heman bihayê dikirî difiroşî. Bihayê her tiştekî guherî lê yê heywanan mîna xwe ma. Aboriya Tirkiyeyê têk çûye û heke wiha bidome dê baş jî nebe.”    Şaban Aslan jî got: “Bi gel re pere tune ye lewma piyasaya sewalan jî nebaş e. Min 10 roj berê 410 mîh anîn lê nikarim bifiroşim. Ji bo kirê coteke mihan bi 500 TL’an diçin. Heke em nekarin bifiroşin mecbûrin zivistanê lê binêrin. Lê mesrefên wê li gorî salên berê du qet zêde bûne. Em ê sewalan 5 mehan li malê xwedî bikin. Heke wiha bidome dê sewalkarî xelas bibe. Tu hêviya min nîne. Heke hikûmeteke nû were belkî hinek baş bibe lê mîna berê nabe.”   MA / Mehmet Guleş