Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek 2024-09-29 10:56:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Doza tacîza zayendî û tecawizê ya li Wargeha Xwendekarên Zilam a Sugozuyê ya Taybet a Cemaeta Suleymaniyan bi dosyaya “ezyeta li zarok hatiye kirin” re kirin yek dosya.  Kesê bi navê G.R.U. ê li Wargeha Xwendekarên Zilam a Sugozuyê ya Taybet a Cemaeta Suleymaniyan a li navçeya Alanyayê ya Antalyayê tacîza zayendî, tecawiz û hwd. li 10 zarokan kiribû. Derheqê G.R.U. de doz hatibû vekirin û bi 94 salan cezayê hefsê tê darizandin. Ev doz û doza bi sedema “Ezyet li zarok kiriye” re kirin yek dosya. Li gorî nûçeya Bîrgunê; daxwaza parêzer M. Sutay Seydîogullari ya ji bo yekkirina dosyayan hate qebûlkirin.    Di biryarê de hat gotin ku ji ber lihevnekirina yekkirina dosyayê ya di navbera 10’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Alanyayê û 2’yemîn Dadgeha Cezayan a Alanyayê, hukum j hêla îstînafê ve hatiye dayin. Sêyemîn danişîna dozê dê sibe saet di 10.00’ê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Alanyayê bê lidarxistin.