Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir 2024-09-29 11:17:03 BALIKESÎR - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku îktîdar ji bo qanûneke madenê ya nû ketiye nava hewldanan û wiha got: “Em xwe ji vê îktîdara Tirkiye anîne ber hilweşînê xelas bikin. Em xwe li dijî vê îktîdara ekolojiyê qir dike xwe birêxistin bikin.” Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Balikesîrê li Navenda Çandê ya Reha Yurdakul a navçeya Burhaniyeyê “Konferansa Ekolojiyê ya Balikesîrê” li dar dixe. Konferans, bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan hat lidarxistin. Li gel Balikesîrê, ji bajarên derdorê jî gelek welatî tev li konferansê bûn.    Konferans, bi pêşandana belgefîlma derhêner Hakan Tosun a têkildarî qirkirina ekolojiyê dest pê kir. Niha jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî.  Bakirhan, ji ewil Reşît Kîbar bi bîr anî ku di 3’yê îlonê de dema li Borçka ya Artvînê hewl dida daristanan biparêze hatibû kuştin. Bakirhan, got ku Kîbar ji ber xwedîderketina li ax, av, dar û zindiyan hate qetilkirin. Bakirhan, wiha domand: “Ên ew qetil kirin gelek biyanî nînin. Sermaye û şirîkên wan bûn. Ji bo bêhtir rantê bixwin, xwezayê talan bikin wisa kirin. Em ê Reşît ji bîr nekin.”    TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û EKOLOJIYÊ   Bi domdarî Bakirhan got ku îktîdar û sermaye bi heman zîhniyetê tevdigerin û wiha got: “Bi awayekî herî hovane êrişî hemû kesên dixwazin pêşiya ranta wan bigirin dikin. Lê em ê soza xwe ya avakirina welatekî xwezaya wê pêşkeşî sermayeyê nayê kirin bi cih bînin.” Bakirhan, bal kişand ser Hevdîtinên Nan û Edaletê. Bakirhan got ku li gel têkoşîna demokrasiyê ya gelê kurd, têkoşîna dostên kurdan a li Ege, Balikesîr, Çiyayên Kazê û hwd. a li dijî qirkirina ekolojiyê pir girîng e.    ŞÎRKETÊN MADENÊ KEYFXWEŞ IN   Bakirhan, diyar kir ku tevahiya gel di nava krîzê de ye, xwendekar birçî diçin dibistanê, kedkar di nava rewşekî giran de ne û wiha domand: “Tevî ku welêt di nava krîz û nebaşhaliyê de ye jî, şîrketên madenan gelek keyfxweş in. Ji ber ku îktîdar jî mîna wan difikire. Ji bo qirkirina ekolojiyê bi hêsantir bikin, bênavber komeqanûnan tînin Meclisê. Dema li hemberî wan muxalefeteke qels hebe, hemû derqanûntiyên xwe pir bi hêsantir dikin.”    'QANÛN DI 22 SALAN DE 32 CARAN GUHERANDIN’    Di berdewamê de Bakirhan bi lêv kir ku AKP li ku derê çiyayekî yan jî rûbarekî, daristan û bendavekî bibîne, bi çavê talanê lê dinêre. Bakirhan, diyar kir ku îktîdarê di 22 salan de 32 caran qanûna daristanan guherandiye. Bakirhan, wiha pê de çû: “Em li dijî îktîdareke dijminatiyê li daristan, şînkatî, çem, çiya, kurdên berxwedêr û jinan dike re rû bi rû ne. Cara ewil e li vir dibêjim. Ji bo şîrketên madenê niha amadekariya pêşniyarqanûnekê dikin. Ji bo şîrketên madenê bi hêsantir rantê bixwin û xwezayê talan bikin, li pey qanûnên nû ne. Dixwazin tu astengiyên îdarî li pêşiya wan nemînin. Karê me zehmet e lê ji sedî 80’ê civaka Tirkiyeyê mîna me difkire. Tenê kêmasiyeke me heye ku ew jî rêxistinbûn e. Divê em bên ba hev û li dijî vê îktîdara ekolojiyê qir dike xwe birêxistin bikin.”    'MEHMET CENGÎZ BIKIN WEZÎR’   Bakirhan, da zanîn ku raporên ÇED’ê bi awayekî bêperwa tên amadekirin û wiha bi dawî kir: “Tişta herî trajîkomîk jî ew e ku Serokê Meclisa Madenvaniyê yê TOBB’ê Îbrahîm Halîl Kirşan, lêgerînên madenê weke karekî sûdewer ê cemaweriyê dinirxîne. Dê sermaye rantê bixwe, texrîb bike lê ev dê ji bo cemaweriyê sûdewer be. Wê demê Mehmet Cengîz jî bikin wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê û astengiyên îdarî yên li pêşiya wî rakin. Em bi îktîdareke wiha re rû bi rû ne.    EM XWE JI VÊ ÎKTÎDARÊ XELAS BIKIN   Li Balikesîrê 155 madenên şîrketê bi giştî 279 ruxsetên lêgerîn-bikaranîna madenê wergirtine. Hemû navçeyên Balikesîrê di heman rewşê d ene. Armanca ji vir rant e. Divê em xwe ji vê îktîdara Tirkiye anîne ber hilweşînê xelas bikin.”