Artêşa Îsraîlê: Rayedarê Hîzbullahê Nebîl Kavuk hate kuştin 2024-09-29 14:05:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê diyar kir ku li dijî rayedarê payebilind ê Hîzbullahê Nebîl Kavuk suîqest kirine.    Arêşa Îsraîlê ragihand ku di encama bombebarana wan a li dijî Dahiye ya li başûrê paytexta Lubnanê Beyrûdê bombebaran kiriye û di êrişê de yek ji rayedarên payebilind ên Hîzbullahê Nebîl Kavuk hatiye kuştin. Hîzbullahê têkildarî îdiayê heta niha tu daxuyaniyên fermî nedaye.    Rojnameya Israel Hayomê diyar kir ku piştî Hasan Nasrallah dihat payin ku Haşîm Safiyuddîn bê şûna wî û Kavuk jî cîgirê Safiyuddîn e.