Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn 2024-09-29 20:18:27   ÎZMÎR - Rojnameger-nivîskar Apê Mûsa di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de, li Îzmîrê bi gotubêja hatiye lidarxistin ve hate bîranîn.    Rojnameger-nivîskar Apê Mûsa di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de, di gotubêja li Eywana Konferansê ya Jîn Artê hatiye lidarxistin de hate bîranîn. Moderatoriya gotubêjê rojnameger Mazlûm Vesek kir. Serokê Rûmetî yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, keça Mûsa Anter Rahşan Anter û helbetsvan Vejdîn Çîçek wek axiver tev li gotubêjê bûn.     ‘EM Ê APÊ MÛSA NEDIN JIBÎRKIRIN’    Akin Birdal piştî rêzgirtina ji bo şehîdên Çapemeniya Azad hatiye lidarxistin axivî û wiha got: “Mirov dema tên jibîrkirin dimirin. Ya ku dikeve ser me, wan nemir kirin e. Ji bîr nekirin û nedana jibîrkirinê. Em ê Apê Mûsa û hemû şehîdên Çapemeniya Azad jibîr nekin, nedin jibîrkirin.” Bîrdal bal kişan ser qetilkirin û komkujiyên di demên derbasbûyî li Tirkiyeyê hatine kirn û wiha pê de çû: “Dîroka Tirkiyeyê dîroka qetilkirin û komkujiyan e. Serokê Serfermandariyê yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn di televîzyonê de vekirî banga qetilkirina siyasetmedar Bafel Talabanî kir. Hêj jî tê xestin ku siyasetmedarê kurd bi sûîqestê were kuştin.”    Bîrdal anî ziman ku ew di sala 1992’yan nîşandana ewil a fîlma Mem û Zîn de hev nas kirine û wiha pê de çû: “Apê Mûsa rojnameger, nivîskar, rewşenbîr û di haman demê de parastvanekî aştiyê bû. Dê têkoşîna wî bi me re bijî   ‘BAVÊ MIN JI ZAROKÊN XWE RE VEBÊJIN’   Rahşan Anter jî diyar kir ku li her derê heskiriyên wî bavê wê bi bîr tînin û spasiyên xwe kir. Anter da zanîn ku ew 75 salî ye û ev tişt gotin: “Bavê min jî di derdora temenê min de hate qetilkirin. Ez jî rêwî me, destê xwe didim destê we. Bavê min ji bîr nekin, nedin jibîrkirin. Bavê min bi tenê nehêlin.” Wasiyeta min ji we re, bavê min li  her derê, her tim bi bîr bînin. Bi vegotina zarokên xwe ve nedin jibîrkirin. Anter di berdewama axaftina xwe derbarê bîranînên bi bavê xwe re axivî.”    Helbestvan Vejdîn Çîçek helbestên xwe yên ji bo Anter nivîsandine, xwend.    Gotubêj bi beşa pirs û bersivan, bi dawî bû.