Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir 2024-09-29 21:29:49 AMED - Mihrîcana Sûrfestê ya Jinan bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir.   Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) a li Amedê xebatên xwe didomîne li navçeya Sûrê “Mihrîcana Jinan a Sûrfestê” ku di navbera 29’ê îlonê û 5’ê cotmehê de ye, da destpêkirin. Mihrîcan konserê li Dêra Ermenan a Surp Giragos a li navçeya Sûrê hate destpêkirin. Konser bi eleqeyekî mezin ve hate şopandin.    Seroka KASED’ê Saliha Ayata axaftina vekirinê kir û ji her kesê ku piştevanî daye çalakiyê re spas kir. Ayata diyar kir ku ji ew mîhrîcanê ji bo parastina bîra kurdan û jin bi hêsantir tev li xebatên çand û hunerê bibin li dar dixin. Ayata da zanîn ku ew bi boneya dengen hevpar ên gelan bidin nişandan, mîhrîcanê bi stranên ermenkî û kurdî dane destpêkirin. Ayata bi bîr xist ku dê di mîhrîcanê de gelek çalakiyên çandî werin lidarxistin û wiha got: “Em dixwazin bidin nişandan ku jinên kurd çanda xwe wek dirokî çawa parastine.”    Mîhrîcan piştî axaftina vekirinê, stranbêj Mîzgîn Tûranê stranên kurdî ve demên xwe li guhdarvanan da derbaskirin. Herî dawî hunermenda ermen Meral Ayvaz derket ser dikê.    Ayvaz destnîşan kir ku ew di dêra xwe de bi gotinên stranên ermenkî gelek şad bûye. Ayvaz li gel çîrokên wan, stranên ermenkî gotin. Herwiha Ayvaz bi bîr xist ku li dinyayê hêj şer berdewam dikin û anî ziman ku ew ji bo strana bi navê “Agladikça” ya Ahmet Kaya bi ermenkî gotin nivîsandiye. Ayvaz da zanîn ku di dema şer de ew gotinên stranê nivîndiye û lorîna dayikekî ya ji bo zarokê xwe jî di nav stranê de heye.