KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin 2024-09-30 09:32:44     NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê têkildarî hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyanî da û got: “Divê gelê me biçe ser sindoqê û dengê xwe bide kesên berjewendiyên gelê me diparêzin û namzetên welatparêz ên xizmetê ji gel re dikin.”    Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistane daxuyaniyek weşand. KNK’ê diyar kir ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di qonaxeke gelekî taybet de têne kirin û di 33 salên fermî yên herêma Başûr de, hilbijartinên parlamentoyê tu carî serdemekî ewqas aloz û bi krîz nebûye.    KNK’ê bi domdarî wiha got: “Li ser asta navxweyî jî nakokiyên di navbera aliyên siyasî û aloziya di navbera wan de, krîza aborî û debara jiyana xelkê, hejarî, nebûna xizmetguzariyan, bêkarî, bêkariya parlamantoyê, xemsariya hikûmetê, cîbicîkar û deynên wê yên berhevkirî, xem û astengiyên gel ên li ser azadiyan, girtin û bêdengkirina rojnamegeran. Krîz û pirsgirêkên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê û her wiha destwerdana leşkerî, ewlekarî û kaotîk a dewletên herêmê. Li başûrê Kurdistanê ev û gelek mijarên din taybetmendiyên ku başûrê Kurdistanê û rêveberiya herêmê didin nasîn.”   Helwesta hikûmeta navendî ya Iraqê ya li hemberî Herêma Kurdistanê ne tenê ne dostane ye, belku berdewam hewl dide ku statûya herêmê lawaz bike û têk bibe û pirsgirêkên din çêbike û desketiyan kêm bike. Piştî pêvajoya referandûmê, 2017'an beşeke mezin ji xaka başûrê Kurdistanê ji nû ve bi dest xist û pêvajoya guhertina demografiya bajar û bajarokên Kurdistanê dewam kir. Li aliyê din jî bi dewletên herêmê re ji bo têkbirina destketiyên gelê kurd komployan çêdike. Bi dewleta tirk re peymanan îmze dike, partiyên kurdan qedexe dike, di kûrahiya dehan kîlometroyan de destûrê dide Tirkiyeyê muxele ya Iraq bike, li ser hesabê berjewendiyên gelê kurd peymanên aborî, ewlekarî û leşkerî îmze dike. Her wiha ji bo tepeserkirina têkoşîna rewa ya gelê rojhilatê Kurdistanê bi dewleta Îranê re peymana bêçekkirin û bêtesîrkirinê li hember hêzên rojhilatê Kurdistanê îmze kir. Ev taybetmendiyên ku helwesta hikûmeta navendî ya Iraqê û gelek serkirdeyên siyasî yên Iraqê diyar dikin.   Di heman demê de hikûmeta Iraqê plan dike ku di meha mijdarê de yekser piştî hilbijartinên Parlamentoya herêmê, serjimêriya giştî pêk bîne. Ev prose di demekê de tê birêvebirin ku tu xalên madeya 140 nehatine cîbicîkirin û kêşeya navçeyên dabirayi ne tenê çareser nebûye, belkî ber bi rêyeke xirabtir ve çûye.   Tevî van hemûyan jî mijarek pir girîng heye; dagirkeriya dewleta tirk ya li ser başûrê Kurdistanê. Êriş û dagirkirina bi dehan baregehên leşkerî yên bi her cure çekên sivik û giran, di nav de çekên qada navneteweyî de qedexekirî jî didomin. Li herêmê bi dehan baregehên îstixbaratê, saziyên siyasî, aborî û çandî ava kirine. Tirkiye beşeke mezin ji herêma Behdînan dagir kiriye û bi gelên herêmên dagirkirî re jî weke xwediyê axê tevdigere.   Lê li gel van hemûyan jî gelê kurd li her çar parçeyan, li bajaran, gundan, li zindan û çiyayan bi hêvî û îradeyeke xurt di berxwedaneke bê hempa û hêviya serketineke mezin de ne. Hilbijartinên şefaf û bê sextekarî yên parlamentoya başûrê Kurdistanê parçeyek ji vê berxwedan û hêviyê ye.   Belê, hilbijartinên parlementa başûrê Kurdistanê di rewşeke wiha nazik, hestiyar û diyarker de têne kirin. Ev qonaxeke diyarker e, ji ber ku ji aliyekê ve metirsiyeke mezin li ser destketên gelê me li hemû beşên welat de heye û di heman demê de derfeteke me ya mezin ya serketinê jî heye.   Em weke Kongreya Neteweyî Kurdistanê ku her tim banga yekitiya gelê Kurd û hêzên wî yên siyasî dikin, em jî daxwaz dikin ku pêvajoya hilbijartinê di atmosfereke aram û şaristanî de û bê destwerdan were kirin. Hilbijartineke zelal ku gelê Başûrê Kurdistanê bi awayekî azad dengê xwe bide. Em piştrast in ku gelê Başûrê Kurdistanê bi zanebûn e ku wê dengê xwe bide namzetên ku berjewendiyên herî bilind ên gelê Kurd diparêzin, destketî, maf û azadiyên xwe biparêzin û ji bo Kurdistana azad li dijî dagirkerî û komploya dijberan têbikoşin. Divê demildest bê qebûlkirin û piştre hikûmeteke bi bandor ku bersivê bide daxwazên dengdêran û hemû gelê kurd bê avakirin û dest bi xebatê bike.   BANG KIR   Bi vê munasebetê em weke KNK careke din bang dikin û van xalên jêrîn pêşkêş dikin;   * Ev hilbijartin girîng in, divê gelê me biçe ser sindoqan dengê xwe bide berendamên welatparêz yên dijê dagirkeran berjewendiyên gelê me diparêzên û xizmetê ji gel re dikin.   * Divê hilbijartin bi hemû awayî zelal û bê hîle bêne meşandin da ku encameke rast û durist derkeve holê.   * Divê hemû aliyên siyasî yên beşdarê hilbijartinê dibin, di peyam û peopaganda xwe de  bi zimanekî siyasî plan û projeyên xwe pêşkêş bikin û zimanê sûçdarî û heqaretê nexebitinîn. Divê hilbijartin bi atmosferek demokratîk de bêne kirin, li ti cih û ti deveran li hember ti kesî şîdet neyê karanîn.   * Divê hemû hêz ji encamên hilbijartinê re rêz bigrin û li gorî encamên hilbijartinê hikumeteke demokratîk bê ser kar.”