Li balafirgeha Wanê şewat derket 2024-09-30 10:58:11   WAN- Li Balafirgeha Ferît Melen a Wanê şewat derket. Rêwî ji balafirgehê hatin derxistin û rêwîtî heta demekê hate sekinandin.    Di saetên serê sibehê de li Balafirgeha Ferît Melen a Wanê şewat derket. Hat zanîn ku şewat ji ber panoya ceyranê derketiye û li ser vê yekê rêwî ji balafirgehê hatin derxistin. Komên agirkujiyê mudaxileyî şewatê kirin û şewatê rê li ber tirseke mezin vekir.    Hat zanîn ku rêwîtiya bi balafiran heta demekê hatin betalkirin.