Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin 2024-09-30 11:17:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê serê sibehê careke din bombe li Beyrûdê barand. Di êrişa doh nîvê şevê de sê fermandarên Eniya Rizgariya Gel a Filîstînê (ERGF) hatin kuştin.    Li gorî medya Lubnanê, li taxên başûrê Beyrûdê serê sibehê êrişeke din hate kirin û dû bi ser herêmê ket.   Îsraîl ji sala 2006'an vir ve cara ewil e êrişî Libnanê dike. Di êrişa Îsraîlê ya ser paytext Beyrûdê de 3 jê fermandarên Eniya Rizgariya Gel a Filîstînê (ERGF) 4 kes hatin kuştin. ERGF'ê ragihand ku sê rêveberên wê hatine kuştin.    BERPIRSYARÊ HAMASÊ YÊ LI LIBNANÊ HATE KUŞTIN   Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya Hamasê, nîvê şevê di êrişeke Îsraîlê ya li ser kampa penaberan a Filîstînê ya El Buss de ku li quntarê Surê ye, lîderê tevgera wan ê li Lubnanê Fatîh Şarîf Ebû el Amîn hate kuştin. Hate ragihandin ku di êrişê de hevjîn û du zarokên wî jî hatine kuştin.