Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan 2024-09-30 12:58:45   STENBOL - Zavayê parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglû, Mutlu Akbulut ê di operasyona pereyê krîpto û xapandina li ser enternetê hatibû girtin, di heman rojê de hat berdan.    Li Stenbolê li dijî grûbek ku 30 milyon lîre pereyê krîpto bi rêya xapandinê berhev kiriye û rêya xerakirina pergalên înformatîk dizî kirine, oprasyon hatibû lidarxistin. Hat zanîn ku di nav kesên hatin binçavkirin de zavayê parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglû, Mutlu Akbulut jî hebûye. Piştî îfadeyên li dozgeriyê û dadgeriyê Mutlu Akbulut hat girtin.      Akbulut ji sûcê, “Diziya bi rêya xerakirina pergalên înformatîk kiriye, paqijkirina dahatên sûc, mal û serwetê ku bi rêya sûc berhev kiriye” hat girtin. Li gorî nûçeya Sozcuyê; hat zanîn ku Mutlu Akbulut şandine Girtîgeha Sîlîvriyê û heman rojê li ser îtîraza ku ji bo dadgeriyê hat kirin, hat berdan.    Hat îdiakirin ku berdana Mutlu Akbulut di encama zexta siyasî de pêk hatiye.