Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand 2024-10-01 15:15:49   ENQERE - Berpirsyarê Medyayê yê Hîzbullahê Muhammed Afîfî daxuyaniya Îsraîlê derewand ku digot li dijî Lubnanê operasyona bejahî ya bisînor dane destpêkirin.    Ofîsa Medyayê ya Hîzbullahê, daxuyaniya Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî ku digot li dijî binesaziya Hîzbullahê li başûrê Lubnanê dest bi operasyoneke “bisînor” a bejahî kirine derewand. Ofîsa medyayê di daxuyaniya xwe de got ku tu leşkerên Îsraîlê neketine xaka Lubnanê. Berpirsyarê Medyayê yê Hîzbullahê Muhammed Afîfî jî ji Reutersê re axivî û got: “Tevahiya îdiayên têkildarî ketina Îsraîlê ya Lubnanê derew in.”    'TOLA SUÎQESTA LI DIJÎ NASRALLAH E’    Li hêla din Hîzbullahê îdia kir ku wan li dijî rêxistina îstîxbaratê ya Îsraîlê MOSSAD’ê ya li Tel Avîvê êrişa hewayî pêk anîne. Hîzbullahê di daxuyaniya xwe de got ku biryargeha MOSSAD’ê bi moşekên “Fadi 4” hedef girtine. Hîzbullahê got ku ev êriş, weke “tolhildana” li dijî suîqesta Hasan Nasrallah e.    2 KES BIRÎNDAR BÛN    Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku hinek moşekên ji Lubnanê ve hatine avêtin ji hêla pergala parastina hewayî ve hatine astengkirin. Bi domdarî hat gotin ku moşekeke ji Lubnanê hatiye avêtin li nêzî Tel Avîvê li otorêyekê ketiye. Servîsa alîkariya lezgîn a Îsraîlê Stêrka Sor a Dawûd da zanîn ku du ajokar birîndar bûne.