Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin 2024-10-01 15:31:53   OSMANIYE - Li navçeya Duzîçiyê zarokeke keç a 14 salî bi awayekî sîstematîk dihate tecawizkirin. Di lêpirsîna têkildarî tecawizê de 10 kes hatin girtin. Civaknas Taner Taş û Pispora Xizmetên Civakî Belgîn Işik diyar kir ku necezakirinê rê li ber rizîbûna civakî vekiriye.   Li navçeya Duzîçî ya Osmaniyeyê keçika bi navê E.B. ya 14 salî ji aliyê gelek kesan ve hate tecawizkirin. Di lêpirsîna têkildarî bûyerê hatiye destpêkirin de 10 kes hatin girtin. Malbata zarokê beriya hefteyekê çû midûriyeta polîsan û gilî kir, pişt re lêpirsîn hate destpêkirin. Di çarçoveya agahiyên ku zarok li gel pedagogan dan de zarok jî di nav de 40 kes hatin binçavkirin.    22 kes piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hate dayîn hatin berdan. 18 kes jî duh sewqî dozgeriyê hatin kirin. Kesek piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan 17 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hatin kirin. Dadgehê derbarê M.A., A.K., A.A., D.B., R.S., Î.K., E.S., A.Î., M.K. û A.K. de biryara girtinê da û 7 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    DEMA 11 SALÎ FIHÛŞ PÊ DANE KIRIN    Hate zanîn ku zaroka ku ji dê û bavê xwe cuda dijî dema 11 salî xistine nava tiryak û fihûşê.    Pispora Xizmetên Civakî Belgîn Işik a em têkildarî mijarê pê re axivîn, bal kişand ser asta rizîna civakî ya hatiyê. Işik diyar kir ku polîtîkayên necezakirinê hejmara bûyerên êrişên li dijî zarokan, îstîsmar, tacîz û tecawizê zêde kirine û wiha got: “Mixabin ev pêkanînên jehrî ku gav bi gav ji aliyê desthilat û saziyên wê ve tên kirin û li nava civakê belav dibin, civak jehrî kirin û rê li ber rizîbûneke mezin vekir. Di vê noxteya em hatinê de hemû civak neçare ku tişta dikeve ser milê wan bike û têbikoşe ku sazî û dezgehên têkildarî div ê mijarê de bikevin nava tevgerê.”     Civaknas Taner Taş jî anî ziman ku rizîna civakê ne bi tenê çalakiyên faîlan bi berteka civakê ya li dijî sûcan jî xwe dide nîşandan û wiha got: “Rastiya ku sûcdar têra xwe cezayên baş nagirin dibe sedem ku pergala edaletê pir hêdî bimeşe û ev rizîn kûrtir bibe. Ev yek jî dibe rê li ber normalbûna sûc û belavbûna wî veke. Di civakeke ku ewlehiya zarokan neyê pêkanîn de hêvî û baweriya têkildarî pêşerojê zirarê dibîne. Tevna exlaqî ya civakekê bi refleksa li dijî sûcan nîşandidin tê diyarkirin. Ev bûyer nîşan dide ku rizîbûna civakî dikare çiqas kûrtir bibe. Pergalên edaletê yên xurttir, bernameyên perwerdeyê yên bi bandor û polîtîkayên xurt ên ji bo parastina zarokan di her beşên civakê de ji bo çareseriyê pêwîst in.”