HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye 2024-10-02 10:58:04   AMED - Li PTT’ê tevî karê zêde, kêm kes tên xebitandin. Şaxa HABER-SEN’ê ya Amedê bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku divê kesên nû bigirin kar.    Şaxa Sendîkaya Çapemenî, Weşan, Ragihandin û Kedkarên Postayê (Haber-Sen) a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ji ber karûbarên ser milê xebatkarên PTT’ê tên zêdekirin, li pêşiya şaxa PTT’ê ya li navçeya Peyasa Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Li PTT’ê kar zêde ye, karker nîn e, Taqeta xebatkarên PTT’ê nema” hate vekirin. Sekreterê Rêxistinkirinê yê Şaxa HABER-SEN’â Amedê Serhat Oktay anî ziman ku sedema pirsgirêkan a bingehîn kêmbûna xebatkaran e.     Oktay destnîşan kir ku bajar mezin bûye, lewma kar jî zêde bûye û anî ziman ku li navçeya Peyasê Midûriyeta Pasta, Kargo û Belavkariyê ya Peyasê ketiye meriyetê. Oktay da zanîn ku di midûriyeyê de têra xwe xebatkar ji kar re nehatine girtin. Oktay destnîşan kir ku li midûriyetê tevî postayên navçeya Peyasê, postayên navçeya Bajarê Nû jî tên belavkirin û bi giştî tenê 75 belavkar tên xebitandin. Oktay derbarê mijarê de wiha got: “Hûn nikarin bi avakirina zextan ser me, xwarina gefan û cezakirina me, pisgirêkan çareser bikin.”