Bijîşk li Hidistanê ji bo 'edaletê' carek din daketin qadan 2024-10-02 13:53:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi daxwaza edaletê ji bo bijîşka stajyer ku meha tebaxê destdirêjî lê hatibû kirin û hatibû qetilkirin, li Hindistanê bi deh hezaran kes daketin kolanên Kalkutayê.   Duh êvarê bi deh hezaran mirov ji bo tev li bijîşkên bi daxwaza edaletê çalakî kirin bibin, li bajarê mega yê Hindistanê li Kalkutayê careke din daketin qadan.   Piştî ku cesedê ciwaneke 31 salî 9'ê tebaxê li nexweşxaneya bajêr hate dîtin, li Hindistanê pêleke mezin a hêrsê rû da. Careke din hatibû bibîrxistin ku destavêtin, kuştin û tundiya li ser jinan bi rengekî metirsîdar dewam dikin.   Bi deh hezaran kes bi hefteyan ji bo piştgiriyê bidin bijîşkên di grevê de bûn her roj êvarê xwepêşandanên şermezarkirinê li dar xistin.   Çalakiyên ku ji bo deh rojan hate rawestandin, ji ber ku ji rayedarên eyaleta Bengal a Rojava bersiveke têrker nehate wergirtin, roja sêşemê careke din dest pê kirin.   Xwepêşandêran ala Hindistanê û meşa hildan û li gelek deverên bajêr gotina "Em edaletê dixwazin" qîriyan. Li gorî amadekaran ji zêdeyî 60 komên civakî yên sivîl piraniya wan jin zêdeyî 150 hezar kes bi rengekî aştiyane meşiyan. Çalakgeran diyar kirin ku heta edaletê bi cih bînin wê xwepêşandanên xwe dewam bikin.