DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kirin: 4 leşker hatin kuştin 2024-10-02 14:19:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê ragihand ku DAIŞ’ê êrişî leşkerê wan kiriye û 4 leşker hatine kuştin.    Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê ragihand ku DAIŞ’ê li bajarokê Reşad a ser bi Kerkûkê ve êrişî hêzên Iraqê kirine û di encamê de 4 leşkerên Iraqê mirine û 3 jî birîndar bûne.   Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê Mîqdad Mîrî bi daxuyaniyekê ragihand ku beriya niha demek kurt, li Geliyê Zixêtûn ya ser bi bajarokê Reşad ya Kerkûkê, DAIŞ’ê kemîn danîne pêşiya hêzên Iraqê.   Hate gotin ku di encama kemîna DAIŞ'ê de 4 leşkerên Iraqê hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.