Li Xelfetiyê seferberiya paqijiyê hate destpêkirin 2024-10-02 15:53:54   RIHA - Hevşaredarên Xelfetiyê li navçeyê seferberiya paqijiyê dan destpêkirin û tevî gel kolan paqij kirin.    Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê seferberiya paqijiyê da destpêkirin. Hevşaredar Saniye Bayram û Mehmet Karayilan di çarçoveya seferberiyê de daketin kolanan û li gel endamên meclisa şaredariyê û gelek welatiyan kolan paqij kirin.    Hevşaredar Karayilan têkildarî mijarê got: “Em derdora xwe qirêjî nekin, bila Xelfetiya me paqij be. Divê em xwedî feraseta qirêjîkirinê nebin. Tenê xebatkarên şaredariyê ji paqijiya bajar berpirsyar nînin. Divê tevahiya gel derdora xwe paqij bihêle. Spasiya her kesên bûne alîkar dikin.”    Hevşaredar Bayram jî anî ziman ku her kes tenê pêşiya mala xwe jî paqij bike dê Xelfetî paqijtir bibe.