Partiyên siyasî çûn serdana serokê AYM’ê: Rojev girtiyên nexweş bû 2024-10-02 16:50:09   ENQERE - Serokwekîlên komên DEM Partî, CHP û Partiya Saadetê çûn serdana Serokê AYM’ê Kadîr Ozkaya. Di rojeva serokwekîlan de rewşa girtiyên nexweş û Can Atalay hebû.    DEM Partî, CHP û Partiya Saadetê bi rojeva parlamenterê girtî Can Atalay bi serokê AYM’ê Kadîr Ozkaya re hevdîtin kirin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir û Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê Bulent Kaya di hevdîtinê de cih girtin.    REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ KIRIN ROJEV   Hevdîtin nêzî du saetan domiya û gelek mijar hatin nîqaşkirin. Nûnerên partiyên siyasî binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş jî kirin rojev. Hat gotin ku gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin û divê mewzûata heyî biguhere. Di heman demê de qala Abdulkadîr Kuday jî hate kirin ku yek ji girtiyên nexweş bû û îro di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da.    Di hevdîtinê de sûcê “Her çend endamê/a rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” ku AYM’ê biryara betalkirinê dabû jî hate nîqaşkirin. Her wiha biryara AYM’ê ku digot jin dikarin paşnavên xwe bi kar bînin jî hate nîqaşkirin.    DAXWAZA HEVPAR: BILA ATALAY BÊ TEHLIYEKIRIN    Nûnerên partiyên siyasî piştî hevdîtinê li pêşiya AYM’ê daxuyanî dan. Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir got ku ew di nêrîna xwe ya ji bo Can Atalay de biisrar in. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî got ku îradeya xelkê Hatayê hatiye xespkirin û biryara AYM’ê bi bîr xist. Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê Bulent Kaya jî bi heman daxwazan daxuyaniyeke kin da.    DÊ SIBE BI DADGEHA BILIND RE HEVDÎTINÊ BIKIN    Nûnerên partiyan piştre jî ji bo hevdîtina bi Serokê TBB’ê Erîç Sagkan, çûn TBB’ê. Tê payin ku nûnerên partiyan sibe jî biçin serdana Serokê Dadgeha Bilind Omer Kerkez.