Jı Baroya Şirnexê şevbêrka dengbêjan 2024-10-02 22:22:04       ŞIRNEX - Komîsyona Ziman û Çandê ya Baroya Şirnexê bi armanca zindîkirina ziman û çanda kurdî li baxçeyê avahiya Şaredariya Cizîrê şevbêrka dengbêjiyê li dar xist.    Komîsyona Ziman û Çandê ya Baroya Şirnexê bi armanca zindîkirina ziman û çanda kurdî li baxçeyê avahiya Şaredariya Cizîrê şevbêrka dengbêjiyê li dar xist. Parêzerên endamên Baroya Şirnexê, Endamê Meclîsa Navendî ya Baroya Tirkiyeyê Alî Bayram, Hevşaredarên Cizîr, Hezex û Silopiyayê û gelek kes beşdarî şevê bûn.    Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz di şevbêrke de axivî û bi lêv kir ku yek jî peywîra hiqûqnasan li dijî bê qanûniyên desthilatdariyê parastina hgiqûqê ye û wiha got: "Tayinkirina qeyyuman ne rewa ne. Divê hiqûqnas li dijî van kiryarên desthilatdar ên ne rewa derkevin. Em spasiya Cizîrê dikin. Hevşaredar ji bo ku avahiya şaredariyê ji me re vekin."    Piştî axaftinê hunermend Mesût Cizîrî, Evdirehmanê Dêrşewî, Elî Fexredîn û Diyar Aslan derketin ser dikê. Temaşevan bi guhdarkirina awazên Dengbêj şeveke xweş derbas kirin.