ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin 2024-10-03 11:21:32   ENQERE - Li gorî ENAG’ê enflasyon di meha îlonê de ji sedî 5,34 zêde bû û enflasyona salane jî bûye ji sedî 88,63. Li gorî TUÎK’ê jî enflasyona mehane ji sedî 2,79 zêde bûye û enflasyona salane jî daketiye ji sedî 49,38’ê.    ENAG’ê ku ji akademîsyenên lêkolîner ên serbixwe pêk tê, daneyên enflasyonê eşkere kir. Li gorî ENAG’ê; Endeksa Bihayê Mezêxer (E-TUFE) di meha îlonê de ji sedî 5,34 û ya salane jî ji sedî 88,63 zêde bû. ENAG’ê di meha tebaxê de gotibû ku enflasyona mehane ji sedî 3,47 û ya salane jî ji sedî 90,35’ê zêde bûye.    LI GORÎ TUÎK’Ê ENFLASYON DIKEVE   Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) jî daneyên enflasyonê eşkere kir. TUÎK’ê got ku TUFE di meha îlonê de enflasyon ji sedî 2,97 zêde bûye û enflasyona salane jî daketiye ji sedî 49,38’ê.