Li wargeha KYK’ê mirina biguman 2024-10-03 11:30:24   SAMSÛN - Xwendekarê ji Zanîngeha Ondokuz Mayisê nû mezûn bûbû li wargeha KYK’ê ya lê dima, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Xwendekarê ji beşa Şêwirmendiya Derûnî û Rêberiyê (PDR) a Zanîngeha Ondokuz Mayisê mezûn bûye Doguş Can Kavakli (22) li Wargeha Mêran a Cemal Safî ya Hîndekariya Bilind û Saziya Krediyê (KYK) bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Kavakli ê tê payîn ku xwe ji paceya wargehê avêtiye, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.     Têkildarî mirina Kavakli lêpirsîn hate destpêkirin.