Ji bo Komkujiya Vartînîsê daxwaza avakirina komîsyona Meclisê 2024-10-03 11:57:23   ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê yên Mûşê Sumeyye Boz Çaki û Sezaî Temellî ji bo faîlên Komkujiya Vartînîsê derkevin holê daxwaz kirin ku komîsyona Meclisê bê avakirin.    Li bajarokê Vartînîsê yê navçeya Têlî ya Mûşê di 3’yê cotmeha 1993’yan de ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes ji aliyê leşkeran ve bi şewitandinê hatin qetilkirin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Mûşê Sumeyye Boz Çaki û Sezaî Temellî têkildarî komkujiyê bi daxwaza avakirina komîsyona Meclisê pêşniyaznameyek pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir.    'YEK JI RÛPELÊN HERÎ TARÎ YÊN DÎROKA MIROVAHIYÊ YE'   Di pêşniyaznameyê de pêvajoya darizandinê hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku komkujiya mijara gotinê yek ji rûpelên herî tarî yên dîroka mirovahiyê ye. Di pêşniyaznameyê de wiha hate gotin: “Şewitandina 9 mirovên bêguneh li malên xwe, ne tenê cînayetek e, di heman demê de sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tevî ku di ser vê bûyerê re 30 sal derbas bûne jî, hê berpirsyar nehatine darizandin û polîtîkayên necezakirinê dewam dikin. Ev yek nîşan dide ku edalet bi cih nehatiye. Necezakirin tenê sûc venaşêre, di heman demê de bingeha sûcên nû jî çêdike. Hesab nedayîna faîlan mixabin komkujiyan normalîze dike.”   ‘BILA POLÎTÎKAYÊN NECEZAKIRINÊ BI DAWÎ BIBIN’    Di pêşniyaznameyê de hate destnîşankirin ku lêpirsîna Komkujiya Vartînîsê pêwîstiyeke edaleta civakî û wijdanê ya giştî ye û hat xwestin ku mekanîzmayeke darazê ya bi bandor bê avakirin û dawî li polîtîkayên necezakirinê bê anîn.