Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn 2024-10-03 12:52:43   ŞIRNEX - Haci Lokman Bîrlîk ê laşê wî li Şirnexê bi wesayîta zirxî ve hatibû girêdan û kaşkirin li ser gora xwe hate bibîranîn.    Haci Lokman Bîrlîk (24) di 3’yê cotmeha 2015’An de li Taxa Dîcleyê ya Şirnexê bi awayekî birîndarî hate binçavkirin û bi 28 guleyan hate qetilkirin. Laşê Bîrlîk bi wesayîta zirxî ve hate girêdan û li navenda bajêr hate kaşkirin. Bîrlîk di 9’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Endam û rêveberên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tev li bûn.    Piştî kul i ser gora Bîrlîk a li navenda Şirnexê dua hatin kirin, Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Gungen ê tiştên qewimîn bi bîr xistin wiha got: “Bi awayekî hovane hate qetilkirin. Em ê Haci Loqman Bîrlîk ji bîr nekin. Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Heta ku xeyalên wan pêk werin dê têkoşîna me berdewam bike. Em ê layiqî têkoşîna wan bibin heta ku gelê kurd bibe xwedî statu dê têkoşîna me berdewam bike.”   Piştî axaftinê beşdarvanan qurnefîl danîn ser gora Bîrlîk. Kesên tev li bîranînê bûn pişt re serdana malbata Bîrlîk kirin.