Erdogan û Bahçelî dê beriya civîna MGK’ê bicivin 2024-10-03 13:17:14   ENQERE - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî dê beriya civîna MGK’ê ya saet di 15.00’ê de bicivin.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî dê bên gel hev. Tê payin ku hevdîtin beriya civîna Lijneya Ewlekariyê ya Neteweyî (MGK) bê kirin ku dê saet di 15.00’ê de bê lidarxistin. Hevdîtina behsa xeberê di bernameya rojane ya Erdogan û Bahçelî de tune bû û tê payin ku hevdîtin di 14.00’ê de avahiya Bahçelî were kirin.