Di doza êrişa li dijî HDP’ê de ceza hat xwestin 2024-10-03 14:41:37   EDENE - Li Edeneyê di danişîna doza Asli Cafri ya ku hewl dabû êrişî avahiyê partiyê yê HDP’ê û Partiya Çepên Kesk bi hev re bikar dianîn,bike re, ceza hate xwestin.    Jina bi navê Asli Cafri di 20’ê tebaxa 2023’yan de xwest li dijî avahiyê hevpar ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ê li ser Cadeya Cemal Gursel a navçeya Seyhana Edeneyê êrişê li dar bixe. Cafri têkildarî hewldana bûyerê hate binçavkirin û Dadgeriya Sûlh Cezayê ya Edeneyê Cafri bi şertê kontrola edlî berda. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê lêpirsîna derbarê bûyerê de temam kir û derbarê Cafriyê de bi sûcdariya “gefa bi çekê” îdianame amade kir. Îdianame ji hêla 8’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ve hate qebûlkirin.    Dozgerî diyar kir ku bersûc bi çekê sûcê gefê li dar xistiye, di carekê de xwetiye êrişî gelek kesan bike û lewma ji bo vekirina dozê têra xwe delîl çêbûne û ji ber sûcê “gefa biçek” ji 2 salan heya 5 salan cezakirina Cafriyê xwest.