Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ 2024-10-03 16:13:08 AMED - Li Amedê xizmên girtiyan ên di pêşengtiya TUHAY-DER’ê de hatine ba hev, çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar dixin.  Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li 74 navendên cîhanê, kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hate destpêkirin. Xizmên girtiyan ên di çarçoveya kampayaya hatiye destpêkirin de, bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatine ba hev, careke din çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar dixin.    Çalakî li pêşiya Edliyeya Amedê tê lidarxistin û saziyên demokratîk ên civakî û nûnerên partiyên siyasî tev li çalakiya dibin. Di çalakiya ku pankarta “Deng bide azadiyê” hatiye vekirin de xizmên girtiyan diaxivin.   Berfirehiya nûçeyê tê...