Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin 2024-10-03 19:31:23   ENQERE - Der barê nûçegihana me Melek Avcî ya ku ji ber nûçeyên li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ji bo îfadedayînê hatibû gazîkirin, îdianame hat amadekirin.    Nûçegihana me Melek Avcî di 6'ê Îlonê de ji bo îfadeyê ji aliyê Şaxa TEM'ê ya Enqereyê ve hatibû gazîkirin. Ji Avci ya ku bi parêzerê xwe re çû emniyetê û îfade da, nûçeyên ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kirine hat pirsîn. Ji Avciyê ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kiriye, hat pirsîn ku bi çi armancê ev  nûçe parve kirine û çima wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan parve kiriye. Avciyê diyar kir ku nûçeyên ku parve kirine di çarçoveya azadiya fikir û ramanê de ne.   Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve der barê Avciyê de bi sûcê "propagandaya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Îdîanameya ku ji aliyê dozger ve hat amadekirin ji Dadgeha Cezayê Giran re hat şandin.    Di îdianameyê de hat îddîakirin ku Jinnews ji bo piştgiriya rêxistinê weşanê dike û nûçeyên wê wek delîl hatine nîşandan.