Keskîn: Ji bo çareseriyê divê hewldan hebin 2024-10-04 09:31:26 STENBOL- Eren Keskînê diyar kir ku di komploya li dijî Abdullah Ocalan de hemû peymanên navneteweyî hatine binpêkirin û got ku divê desthilat û muxalefet pêvajoya 9'ê Cotmehê ji nû ve binirxînin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hewl bidin. Di ser derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê ya bi hevkariya hêzên navneteweyî 26 sal derbas bûn. Ocalan nêzî 26 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ku ji bo wî "taybet" hatiye çêkirin di tecrîdeke giran de tê girtin. 43 meh in tu xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bi helwesta xwe ya li hemberî nepêwendiya mutleq, di pozîsyona berdewamkirina komploya ku îro bi rengekî cuda tê meşandin de ne.   Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku yek ji parêzerên yekem ên Abdullah Ocalan e, pêvajoya komployê ya di salvegera 26'emîn de ye û helwesta rêxistinên navneteweyî ya li hemberî wê nirxand.   MESELEYA KURD   Keskînê bal kişand ku beriya komployê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de pêvajoyeke aloz hebûye û got ku piştî ku Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê (15'ê Sibata 1999'an) wekî parêzerên Ocalan bi gelek hêzên navneteweyî û sefaretxaneyan re hevdîtin pêk anîne. Keskînê da xuyakirin ku di hevdîtinên wan de ji wan re hatiye gotin ku "Tirkiyeyê soza çareseriya pirsgirêka kurd daye û ji ber vê yekê Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin" û wiha got: "Lê me me dît ku ev ne wiha ye. Helbet ev yek biryareke navneteweyî bû. Operasyoneke ji aliyê hêzên navneteweyî ve pêk hatibû."    Keskînê destnîşan kir ku faktora herî mezin a komployê pirsgirêka Kurd e. Keskînê anî ziman ku pirsgirêka kurd sînor derbas kirine û pirsgirêka Kurdistanê ye ku rasterast Îran, Iraq û Sûriyeyê eleqedar dike û got: "Di neçareserkirina vê pirsgirêkê de payeke mezin a hêzên navneteweyî û hêzên kolonyalîst heye. Komploya li dijî Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurdistanê ye. Heya ev pirsgirêk çareser nebe, wê li Tirkiyeyê tu pirsgirêk çareser nebin."   'HEMÛ PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ HATIN BINPÊKIRIN'   Keskînê bi bîr xist ku di pêvajoya komployê de daxwazên ji bo îlticayê yên Abdullah Ocalan ên ji welatên cuda nehatine qebûlkirin û destnîşan kir ku ev rewş nîşan dide ku hemû peymanên navneteweyî hatine binpêkirin. Keskînê got: "Anîna birêz Ocalan a Tirkiyeyê, awayê binçavkirinê, tiştên qewimîn û piştre hat girtin... Hemû jî bi awayekî nehiqûqî pêk hatin. Serpêhatiyên parêzeran û wî yên piştî girtina wî jî bi tevahî li dijî hiqûqa navxweyî ne. Îro jî ev bêhiqûqîtî bi qedexeyên keyfî didome."   BEDÊLA NEÇARESERIYÊ   Keskînê bal kişand ser wê yekê ku berdêla komploya navneteweyî, tecrîd û çaresernekirina pirsgirêka kurd giran e û got piraniya binpêkirinên ku di şerê navbera Rûsya-Ukrayna û Îsraîl-Filistînê de derketine holê, li Kurdistanê tên jiyîn. Keskînê bal kişand ku şer û binpêkirinên li Kurdistanê ne di rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye û got: "Mînak Tirkiye alîgirekî Peymana Şer a Cenevreyê ye. Me dît ku ev peyman gelek binpêkirin e. Me rapor amade kir û gilî kir, lê mixabin di asta navneteweyî de pevçûnek hiqûqî heye. Ji ber vê yekê pêşiya siyaseta sivîl girtî ye. Îro li girtîgehan ji şervanan pir siyasemedarên kurd heye. Parlameneter, nivîskar, rojnamevan... piraniya me em bi awayekî bi şertê kontrolkirina edlî dîlgirtî ne. Ev yek di asta navneteweyî de qet nayê gengeşekirin."   'SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ ÇARESERIYÊ NAXWAZIN'   Keskînê anî ziman ku van demên dawî li Enqereyê bi hin sefaretxaneyan re hevdîtin kirine û mijar jî meseleya kurd bûye û got: "Ji me re gotin 'Em gelekî poşman in, em dixwazin pirsgirêka kurd çareser bibe û ji bo vê zextê li Tirkiyeyê dikin.' Ji bo vê mijarê min got, 'Hûn têra xwe zextê nakin.' Ji lew re Tirkiye di peymanên navneteweyî yên welatên Yekîtiya Ewropayê de şirîkê îmzeyê ye û van îmzeyan hemûyan binpê dike. Bi kurt û kurmancî naxwazin ev pirsgirêk çareer bibe."  xwest bê çareserkirin."   Keskînê diyar kir ku saziyên hiqûqî yên navneteweyî li dijî tecrîdê rola xwe nalîzin û got ku Tirkiye bi şandina penaberan welatên Rojavayê tehdîd dike. Keskînê da zanîn ku welatên emperyalîst li gorî berjewendiyên xwe yên aborî tevdigerin û got: "Tirkiye ji ber cihê xwe li Rojhilata Navîn di cihekî stratejîk de ye. Her tim bi nirxê xwe dizane û bi kar tîne. Têkiliyên dewletan li gorî peymanên navneteweyî tevnagerin, li gor têkiliyên berjewendiyê didomin. Di hevdîtinên bi hêzên navneteweyî, siyasetmedar, balyozxaneyan re gava me vê bêhiqûqîtiya der barê birêz Ocalan de dianî ziman, digotin 'Belê hûn mafdar in, lê em rabin Tirkiyeyê ji konseya Ewropayê bavêjin, qey hûn tiştekî wiha dixwazin?' Em tiştekî wiha pêşniyaz nakin. Em dibêjin bila Tirkiye li gor peymanên ku alîgirê wan e tevbigere û hûn jî vê kontrol bikin."   BIRYARA DMME'YÊ   Keskînê biryara "binpêkirinê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê cezayê muebeda giran yê li Abdullah Ocalan hatiye birîn bi bîr xist û got: "Komîteya Wezîrên a Konseya Ewropayê di civîna xwe ya di navbera 17-19'ê Îlonê de daxwaz kir ku demildest tedbîrên pêwîst bên girtin. Komîteyê hişyarî da ku ger biryar neyê girtin dê di civîna Îlona 2025’an de biryareke demkî bê amadekirin. Sedema ku ev mueyîde ev qas dirêj dewam dike, tiştekî deraqilî ye. Aqilê dewleta tolhildêr derketiye pêşiya qanûna nivîskî. Ev aqilê dewleta tolhildêr, baş nayê lêpirsînkirin. Lê divê ev bê guherandin."   ‘MESELEYA KURD BI TUNDIYÊ NAYÊ ÇARESERKIRIN'   Keskînê anî ziman ku pirsgirêka kurd bi tundiyê nayê çareserkirin û wiha dewam kir: "Divê êdî her kes vê bibîne. Pirsgirêka kurd sed sal e bi tundiyê çareser nebûye û çareser nabe. Ev pirsgirêk ancax muzakereyê çareser bibe. Mixabin hêzên emperyalîst û kolonyalîst ji vê nebûna çareseriyê sûd werdigirin. Berjewendiyên wan, wekî birçîbûn, koçberî û xizaniyê li gelên Rojhilata Navîn vedigere. Çîneke kedkar heye ku vê yekê nabîne. Pirsgirêka şer pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ye, lê divê were pirsîn ka çima karker û sendîka vê yekê qet nadin ber lêpirsînê."    MA / Esra Solîn Dal