Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin 2024-10-04 10:57:29   RIHA - Rojnamegerê lubnanî Sarkis Kassargian bandora şerê Îsraîl-Filistînê ya li ser Rojhilata Navîn nirxand û wiha got: “Tirkiye demekî dirêje li dijî herêmê hemleyan dike lê tu hemleyên wê bi ser neketin.”    Hamasê di 7’ê cotmeha 2023’yan de êrişî Îsraîlê kir û piştre jî Îsraîlê dest bi êrişan kir. Pevçûnên di vê çarçoveyê de hêj berdewam in. Êriş niha jî li Lubnanê belav bûn û car bi car jî li dijî Sûriye û Îranê êriş tên kirin. Piştî hedefgirtina rayedarên payebilind ên Hîzbullahê, Îranê bi moşekan êrişî Îsraîlê kir. Berpirsyarê Nûçeyên Tirkiyeyê yê Rojnameya An-Naharê ku li Lubnanê weşanê dike Sarkis Kassargian têkildarî geşedanên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    ‘ÎSRAÎLÊ HINEK DESTKEFTÎ BI DEST XIST’   Kassargian, diyar kir ku di nava salekê de berê şerê Filistîn-Îsraîlê ketiye Lubnanê û wiha got: “Êrişên dijmirovî yên Îsraîlê yên piştî êrişên Hamasê, careke din nîşan da bê ka pirsgirêka Filistînê li herêmê xwedî xetereyeke çawa ye. Me careke din dît ku heke ev pirsgirêk neyê çareserkirin, îstîqrar û aştiya herêmê xerab dibe. Hevsengiya di şerê Îsraîl-Filistînê de hinek xerab bû û Îsraîl gavekê pêş ket. Armanceke sereke ya Îsraîlê ew e ku Hamas û Hîzbullahê tune bike. Mirov dikare bibêje ku di vê mijarê de bi ser neketin. Lê dema mirov ji hêla din vê lê dinêre; van êrişan bandora Hamasê û Hîzbullahê kêm kir û hevsengiyeke nû ya hêzê ava kir. Vê jî nexşeyeke nû derxist pêşiya me. Li Filistînê Hamas, li Lubnanê jî Hîzbullah êdî mîna berê nikare teoriya ‘hevsendiya hêzê’ raber bike. Li vir mirov dikare ji bo her du rêxistinan tenê qala planên parastinê bike. Ji vî alî ve mirov dikare bibêje Îsraîlê li vir destkeftî bi dest xist.”    Rojnamegerê lubnanî Sarkis Kassargian    ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ YÊN LI DIJÎ LUBNANÊ   Kassargian, bi bîr xist ku çirûska êrişên li dijî Lubnanê bi êrişa sîberê ya Îsraîlê ya li dijî endamên Hîzbullahê hatiye vêxistin û ev tişt anî ziman: “Piştre jî başûrê Lubnanê û rayedarên payebilind ên Hîzbullahê hedef girt. Di êrişan de yekser sivîl hedef tên girtin. Hêzên Îsraîlê di 1’ê cotmehê de xwestin ji hêla bejahî ve bikevin xaka Lubnanê. Lê piştî bersivên Hîzbullahê, paşve vekişiyan. Lê belê ez nebawerim ew jî bikarin xwe zêde li ber bigirin. Ji ber ku hakimiyeta Îsraîlê ya hewayî pir li pêş e. Di vê hevkêşiyê de Hîzbullah dêderbên giran bixwe.”    REWŞA ÎRANÊ   Kassargian, da zanîn ku Îsraîlê bi taybet jî bi êrişên li dijî Hîzbullahê re li dijî Îranê 2 hedefên xwe pêk aniye û wiha got: “Bêbandorkirina Hîzbullah û Hamasê ku Îran wan weke pirekî bi kar tîne, tê wateya kêmkirina bandora Îranê ya li ser herêmê ye. Ji ber ku siyaseta Îranê ya li herêmê û îdeolojiya wê ya Şoreşa Îslamî, Îsraîlê her tim weke dijmin pênae dike û soza derxistina wê ya ji herêmê dide. Lewma hilweşîna hêzên li eniyên pêş ên Îranê, tê wateya qeslbûna vê îdeolojiyê Ev yek jî yekser ji bo Îranê gef e. Ev gef ne tenê li derve, li hundir jî xetereyeke mezin e. Ji ber ku li Îranê gelek netewe û mezhebên cuda hene. Îran niha li dijî Îsraîlê bêçare ye û ev jî ji bo hundirê Îranê xetereyeke mezin e. Ya duyemîn jî, baweriya hêzên di nava ‘xeta berxwedanê’ de cih digirin ya li hemberî Îranê tune dike. Ev yek jî ji bo bandora Îranê ya li herêmê gefeke mezin e. Anku Îsraîl hem ji hêla leşkerî hem jî ji hêla psîkolojîk ve derbekî giran li Îranê da. Lewma Îran niha di nava rewşekî giran de ye. Îran dizane ku hilbijartinên DYA’yê nêz in û heke li dijî welatên rojavayî bikeve nava şer, dê bedelekî giran bide. Her wiha dê fatûreya pêşîlêgirtina vî şerî jî ji bo Îranê giran be. Ji ber ku Îsraîl li dijî wê hemleyên hêza wê têk dibe û navê wê biçûk dixe pêş dixe.”    JI BO SÛRIYEYÊ GEFEKE MEZIN E   Kassargian, anî ziman ku Sûriye hem yekser hem jî neyekser ji pevçûnên heyî bibandor dibe û ev nirxandin kr: “Pevçûnên heyî gefeke mezin li er ewlehiya neteweyî ya Sûriyeyê çêdikin. Sûriye, ji bo Hîzbullahê xeteke parastinê ya pêş e. Lê di rewşa heyî de ev xeta parastinê gelek qels bûye. Ev xet hêj neketiye lê li dijî Sûriyeyê gefeke mezin e. Yek ji tiştên din a ku Sûriye dê yekser jê bandor bibe jî ev e; Sûriye di navbera Îran û Hîzbullahê de mîna pirekê ye. Heke êrişên berfireh ên Îsraîlê yên li dijî Hîzbullahê bidomin û veguhêzin Sûriyeyê, dê aborî û binesaziya Sûriyeyê yekser jê bandor bibe û gefeke mezin li ser çêbibe.”    ‘PIRSGIRÊKEKE CIDÎ YA BAWERIYÊ HEYE’   Bi domdarî Kassargian bal kişand ser bandora êriş û pevçûnan ên li ser Tirkiyeyê û wiha got: “Tirkiye ji bo bandora xwe ya li Rojhilata Navîn careke din xurt bike, gelek hemle kir. Ev hemleye jî li xeta Xezeyê bi Hamasê re, li welatên Kendavê û bi welatên îslamî re weke biryara yekbûyî bû. Lê tu ji van bi ser neketin. Hemleya Tirkiyeyê ya îro ew e ku li gel Lubnan û Sûriyeyê pêşî li ber gefa Îsraîlê bigire. Ya ku Tirkiye dixwaze bike ew e ku ji rewşa bêbandor a Îranê ya heyî sûd bigire û xwe weke ‘Mezinê îslamê’ nîşanî herêmê bide. Ne bawerim ev siyaset di nav xwe de hevgirtî be. Ji ber ku di navbera welatên li herêmê û Tirkiyeyê de pirsgirêkeke mezin a baweriyê heye. Dema mijara behsa xeberê dibe Sûriye, ne tenê bawerî her wiha feraset û fikr jî berevajî hev in. Lewma jî li gorî min Tirkiye dê ji hêla siyasî ve ber bi Sûriyeyê ve çendek hemleyan bike. Dê rewşa Sûriyeyê jî girêdayî hevsengiyên li herêmê be. Anku dema Şam bêhtir hate tengijandin, dibe ku dîsa xwe nêzî Tirkiyeyê bike. Heke em bên ser rewşa Tirkiyeyê ya li herêmê dikarin vê bibêjin; dê Tirkiye hewl bide statûkoya heyî biparêze. Ji ber ku dê nexwaze di navbera Îran û Îsraîlê yan jî DYA û Rûsyayê de bimîne.”    DI HEVKÊŞEYÊ DE KURD   Rojnameger Kassarggian anî ziman ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dê ji şerê heyî bi awayekî neyekser bandor bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Xetereyeke wiha heye. Dema em dibêjin kurd, em qala girseyeke berfireh dikin. Dema em li vê girseyê dinêrin, em dibînin ku di navbera wan de nakokî hene ku carnan rê li ber pevçûnan vedikin. Em nikarin bibêjin ku kurd li Rojhilata Navîn faktoreke bibandor in. Ji ber ku di navbera Rêveberiya Xweser û Hewlêrê de pirsgirêkên cidî hene. Her wiha di navbera Hewlêr û Silêmaniyeyê de jî pirsgirêkên cidî hene. Lewma mirov nikare qala destkeftiyên kurdan ên girseyî bike. Li gorî min ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û aramiyê, hewcehî bi îstîqrar û aramiya herêmê heye. Dê çareseriya pirsgirêka kurd bandoreke mezin li ser aştî, îstîqrar û aramiya herêmê jî bike. Dema ji vî alî ve mirov lê dinêre; her du jî hev xweyî dikin. Lewma divê mirov di nava van şert û mercan de nîqaş bike. Girîng e ku bi hêz û hikûmetên herêmî re rêyên guftûgoyê bên avakirin.”    MA / Ceylan Şahînlî