Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir 2024-10-04 11:37:39   MÊRDÎN - Baxçeyê Çayê yê Malbatê ya Darayê ku zêdetirî 20 sal in li navçeya Artukluyê hatiye vekirin, tevî ku ji bo bidawîbûna peymanê 29 sal mane jî bi biryara walîtiyê dewrî miftîtiyê hate kirin. Ji bo sedema wê jî gotin; “Saziyeke cemaweriyê dixwaze.”    Baxçeyê Çayê yê Malbatê ya Darayê ku zêdetirî 20 sal in li navçeya Artuklu ya Mêrdînê hatiye vekirin, ji hêla Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Walîtiya Mêrdînê ve dewrî Miftîtiya Bajar a girêdayî Serokatiya Diyanetê hate kirin. Li baxçeyê behsa xeberê tenê stranên Ahmet Kaya tên vekirin lewma jî weke “Baxçeyê Çayê yê Ahmet Kaya” jî tê naskirin. Tevî ku ji bo peymanê 29 sal mane jî walîtiyê ev peyman bi awayekî yekalî betal kir.    Piştî betalkirina peymanê, ji xwediyê kargehê Yûsûf Keleş re nivîs hate şandin û jê hat xwestin ku wê derê vala bike. Ji ber ku bihayê çayê li vir guncav e, piraniya xwendekar, karker, memûr û bêkar berê xwe didin vê derê. Sedema dewrkirina vê derê ya ji bo miftîtiyê jî wiha hate nîşandan: “Saziyeke cemaweriyê cihê behsa xeberê dixwaze.” Xwediyê kargehê Keleş, ev biryar weke bêtehemûliyta li dijî deng û muzîka Ahmet Kaya nirxand û da zanîn ku dê ji ber biryarê dozê veke.    ‘MIFTÎTIYÊ BÊKAR HIŞT’   Keleş, anî ziman ku tekane cihê xelkê hejar ê navçeyê çayê lê vedixwe cihê wan bû û wiha pê de çû: “Çay tenê li vir erzan e. 12 kes li vir dixebitîn û 50 kesan debara xwe jê dikir. Mixabin encamek ji hevdîtinên me derneket û hate dewrkirin. Miftîtiyê bi nanê ewqas xebatkaran lîst û ew mexdûr kirin.”   'BÊTEHEMÛLIYA LI DIJÎ AHMET KAYA’   Keleş, destnîşan kir ku li rex cihê wan ê kar mizgeft hebû û wiha got: “Ew jî dihatin li vir bêhn vedidan. Gelek dikan di bin mizgeftê de hene. Ma pêdiviya miftîtiyê bi vir hebû? Heke pêdiviya wan pê hebe li wir dikanên mezintir hene. Ma çima bi pariyê nanê xelkê dilîzin? Wisa xuyaye ku bêtehemûliyeke walîtî û miftîtiyê li dijî Ahmet Kaya heye.”    ‘BANDOR LI ESNAFÊN DERDORÊ JÎ KIR’   Keleş, axaftina xwe wiha qedand: “Girtina vê derê dê zirarê bide esnafên derdorê jî. Welatiyan li vir çaya erzan vedixwarin û li loqenteyên derdorê xwarina erzan dixwarin. Lê mixabin ev yek ji bo gelek dîtin. Dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome. Êdî ya din jî em ji xelkê Mêrdînê re dihêlin.”     MA / Ahmet Kanbal