Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin 2024-10-04 11:43:18   ÇANAKKALE - Di encama serdegirtinên malan ên li Çanakkaleyê de 3 kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de li Taxa Esenlerê ya Çanakkaleyê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Baran Altay, Sergen Sucu û Azat Kaya ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin. Hat zanîn ku binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Çanakkaleyê.