Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî 2024-10-04 13:08:13   ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan ji bo betalkirina qanûna cezayê hefsê ya “heta mirinê” ku li Abdullah Ocalan û gelek girtiyan hatiye birîn, pêşniyarqanûn dabû. Aslan, aqûbeta vê pêşniyarqanûnê ji Serokê Meclisê pirsî.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo betalkirin an jî guherandina cezayê “Muebbeta girankirî (Cezayê hefsê yê heta mirinê)” yê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gelek girtiyan hatiye birîn, pêşniyarqanûn dabûn Meclisê. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî ji Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş aqûbeta pêşniyarqanûnê pirsî.    Di serlêdanê de Uysal bi bîr xist ku cezayê behsa xeberê piştî Abdullah Ocalan li gelek kesan hatiye birîn. Uysal, got ku li Abdulkadîr Kuday ê çendek roj berê tevî nexweşiyên xwe jî nehate tehliyekirin û li girtîgehê jiyana xwe ji dayî jî heman ceza hatibû birîn. Uysal, got ku Kuday ji ber madeyên behsa xeberê nehatiye berdan.    Uysal, xwest ku hîn bibe bê ka Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê ji bo guhertina mewzûatê çi xebatan dike û berpirsyartiya xwe ya însanî û wijdanî çiqas bi cih tîne. Uysal xwest ku bi awayekî nivîskî bersiv jê re were dayin.