Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin 2024-10-04 14:00:03   AMED - Hayrettîn Ekîncî ê 30 salan di girtîgehê de ma û tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin, li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin.    Hayrettîn Ekîncî (63) li Girtîgeha Hejmar 2 ya Alîaga Şakranê ya Îzmîrê dihat ragirtin û 30 salan di girtîgehê de mabû. Ekîncî, ji ber ku zexta “poşmantiyê” red kir, tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin. Ekîncî ê 30 sal û 6 mehan di girtîgehê de ma, duh hate tehliyekirin. Ekîncî, îro di danê sibehê de hate bajarê xwe Amedê. Ekîncî, li Balafirgeha Amedê ji hêla xizmên xwe, rêveberên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ya Amedê, rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan ve bi tililiyan hate pêşwazîkirin. Piştre jî  Ekîncî derbasî mala xwe ya li navçeya Xana Axparê.    ÇI BÛBÛ?   Ekîncî, di sala 1994’an de li Stenbolê hate binçavkirin. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê da Ekîncî. Ekîncî li gorî rêzê li girtîgehên Stenbol, Dîlok, Mêrdîn û Îzmîrê ma. Dema înfaza xwe ya 30 salan temam kirî, bi hinceta ku “poşmantî” qebûl nekir, tehliyeya wî ji bo 6 mehan hate taloqkirin.    8 PIRTÛKÊN BI KURDÎ NIVÎSAND   Ekîncî, di nava 30 salên girtîgehê de bi zaraveyê kurmancî pirtûkên “Li Çiyayê Qerejdax Şopa Gerîla”, “Birîna Qerejdaxê”, “Jan Bûne Nepenî”, “Rewşa Kurdên Ezîdî”, “Hemû Dîwanen Min”, “Evîna Qesrê”, “Strana Mêrxasan” û “Dengbêjî” nivîsand û çap kir.