Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin 2024-10-05 15:25:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya kantona Reqayê êrişên domdar ên Tirkiyeyê yên ên li ser herêmê, şermezar kir û ji bo rawestandina van êrişan bang kir.   Balafirekî Biçek û Bêmirov (SÎHA) a Tirkiyeyê avara pêncşemê, ser rêya di navbera bajarê Amûdê û Qamişloyê, nêzî gundê Xezalîka êrişî erebeyekê kir û di encamê de 2 welatî jiyana xwe ji dest dan. Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Idliba Xedra (Kesk) û Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişên Tirkiyeyê yên il dijî herêmê şermezar kirin.   Endama Komîteya Lihevhatinê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Fatme Mihemed daxuyanî xwend û diyar kir ku li dijî herêmê êriş û sûcên herî hovane têne kirin û da zanîn ku civata navneteweyî li dijî êrişan bêdeng e. Fatme destnîşan kir ku ji bo bidawîkrina tundiyê û êrişên qirkirinê yên li dijî jinan, divê demildest aliyên têkildar tevbigerin û divê rêxistinên jinan di vî warî de û ji bo bidestxistina edaletê, tevdîrên pêwîst bigirin.